Tecrîd li Goteborgê hat şermezarkirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Goteborg ê Swêdê hat şermezarkirin.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Goteborg ê Swêdê hat şermezarkirin. Çalakî li Meydana Gûstv Adolf pêk hat û zêdeyî 200 kes tevlî bûn. Serokê Partiya Keskan a Kurd Asso Karîmzand û Berpirsyarê Têkiliyên Derve ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Goteborgê Abdullah Devecî axivîn.

Qisekeran dan xuyakirin, ku tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û diyar kirin, bi qasî welatê tecrîdê dike, yên çavên xwe li vê digirin jî berpirsyar in.

Qisekeran bang li CPT, Konseya Ewropa û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kirin, ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan bikevin nava hewldanan.

Devecî da xuyakiri, ku bi mîlyonan Kurd ji tenduristiya Rêberê xwe bi fikar in û destnîşan kir, mifteya çareseriya pirsgirêkên li Kurdistanê Ocalan e.

Di çalakiyê de bang li rêveberiyên Swêd û Yekîtiya Ewropayê hat kirin, ku dawî li vê bêdengiya xwe bînin. Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Ji tecrîdê re na" û "Ji Ocalan re azadî" qediya.