Li Siyasetmedarê Kurd Kavak 3 sal cezayê hepsê hate birîn

Li Siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kavak ê li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê dihat darizandin, 3 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Kavak ê ev salek e girtî ye, wê 2 salên din jî girtî bimîne û 27 salên temenê xwe di girtîgehan de derbas bike.

Doza Bedrettîn Kavak ê ku sala bihurî meha Tebaxê bi îdîaya “endamê rêxistina terorî ya derveyî welat çalak e” hatibû girtin, li Dadgeha Eyaletê ya Bilind a Hambûrgê dewam kir. Beriya biryarê, Kurdan li ber dadgehê mîtîngek li dar xistin, ji bo Bedrettîn Kavak û tevahî girtiyên siyasî azadî xwestin.

Di mîtîngê de ku çapemeniya Elman eleqeyek mezin nîşan da, boksorê Kurd Îsmaîl Ozen axivî, nêzîkatiya dewleta Elman a li beramberî Kurdan şermezar kir. Ozen diyar kir ku gelek siyasetmedarên Kurd girtî ne, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir, got her roj fikara Kurdan hê zêdetir dibe.

Siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kavak ên anîn salona dadgehê bi çepikan hate pêşwazîkirin. Serokê Dadgehê Dr. Ruhle yê biryara cezayê 3 sal hepsê ragihand, di beşa hincetan de diyar kir ku li Dadgeha Eyaletê ya Bilind a Hambûrgê piştî dozên “kadroyên payebilind ên PKK’ê” Alî Îhsan Kitay û Mehmet Demîr, doza Bedrettîn Kavak hatiye dîtin. Ruhle îfade kir di dozên berê de gelek xisûsên hiqûqî hatine zelalkirin, ragihand ku wek heyeta dadgehê dibînin ku rola PKK’ê guheriye û tevî ku têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê dimeşîne jî hêjayî teqdîrê ye, îdîa kir kul ê, hê PKK ‘rêxistinek terorî ye’ ku armanca wê ya kuştinê heye.

Serokê Dadgehê yek bi yek binpêkirinên mafên Kurdan ên li Tirkiyeyê jimartin, mînakên qetlîamên Cizîr û Silopiyayê dan, destnîşan kir ku ev salek dawî ye ev tablo hê xirabtir bûye. Ruhle piştre jî ji damezrandinê ve PKK vegot, got Bedrettîn Kavak ev pêvajo yek bi yek dîtine, destnîşan kir ku ji bilî parastina PKK’ê ti rêyên din jê re nemabûn.

Piştî hinceta biryarê hate gotin, Bedrettîn Kavak dirûşmeya “Berxwedan Jiyan e” berz kir. Temaşekeran jî ev biryar bi dirûşmeyên “ Bijî Serok Apo” û “Bijî PKK” protesto kirin.

...