Li Elmanya û Fransayê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan
Li bajarên Dûîsbûrg, Kîel û Heîlbronn ên Elmanyayê û li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarên Dûîsbûrg, Kîel û Heîlbronn ên Elmanyayê û li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermerzarkirina Qirkirina Şengalê û Komkujiya Qamişloyê çalakî hat lidarxistin.
Tevî barana dijwar jî gelek Kurdistanî beşdarî çalakiya li sûka Dûîsbûrgê bûn. Di çalakiyê de bi pêşandaneke şanoyê, rizgariya Şengalê hat vegotin. Elmanan jî bi baldarî li şanoyê temaşe kirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana YPG/YPJ'ê", "Bijî Berxwedana Şengalê" hatin qîrîn.
KÎEL
Li meydana Asmûs Bremer a bajarê Kîelê, Kurdistaniyan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin û bi sedan belavokên li ser tecrîdê hatin belavkirin. Kurdistaniyan dan xuyakirin, ku heta tecrîd were rakirin ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
HELÎBRONN
Konê berî du rojan li bajarê Heîlbronnê hat vedan, wê îro jî vedayî be. Li binê vî konî, li ser rewşa Ocalan agahî ji mirovan re tê dayîn. Her wiha îmze tên berhevkirin ku ji CPT û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re werin şandin.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî, çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Di çalakiya duh de Qirkirina Şengalê û Komkujiya li Qamişloyê hatin şermerzarkirin.
B pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan li meydana Vîeûx-Portê stant hat vekirin û li ser rewşa Ocalan belavok hatin belavkirin.