Li Parîsê çalakiyê ji bo azadiya Ocalan hatin lidarrxistin

Li gelek cihên Parîsê, ji bo azadiya Ocalan û şermezarkirina Qirkirina Şengalê çalakî hatin lidarxistin.

Li gelek cihên paytexta Fransa Parîsê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina Qirkirina Şengalê, çalakî hatin lidarxistin.

Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Kurdistanî li Vîllîers le Bel Gar’ê li hev civiyan, xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, komkujiyên li Qamişlo û Şengalê şermezar kirin û mirovên di van komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.

Di axaftinên li vê çalakiyê de hat destnîşankirin, ku tecrîda liser Ocalan ne ya qebûlkirinê ye. Çalakiya ku ACTÎT’ê jî destek dayê, bi qîrîna dirûşmeyan û gotina sirûdan qediya.

LI EVRY, VÎLLENEÛVE Û CREÎLÊ ÇALAKÎ

Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Evry Kurdistanî li pêşiya Şaredariya Corbeîlle Essonne li hev civiyan, komkujiya Şengalê şermezar kirin û xwestin Ocalan azad bibe.

Li Vîlleneûve jî, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Kurdistanî li ber Gara Vîlleneûve Saînt-Georgesê li hev civiyan û bi qîrîna dirûşmeyan daxwaza xwe ya ji bo azadiya Ocalan bilêv kirin.

Li Creîlê jî bi tevlîbûna saziyên Fransayê şehîdên Şengalê hatin bîranîn û bal hat kişandin ser girîngiya azadiya Ocalan.

...