MLKP Rojava: Duh Şengal hate azakirin dor a Minbicê ye

MLKP Rojava, qirkirina Şengalê şermezar kir û wiha got: ‘’Dîrok û mirovahiyê ji bîr nekir bê ka Şengal çawa û kê azad kir û wê ji bîr neke. Duh Şengal hate azadkirin, niha dora Minbicê ye.’

Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) Rojava, bi mebest salvegera 2. a Qirkirina Şengalê daxuyaniyeke niviskî da. MLKP Rojava  wiha anî ziman: ‘’Kurdista şahidî ji qirkirina herî bi xwîn, hov, bar a dîrokê re kir. DAÎŞ’ê bi van qirkirin û komkujiyên xwe di nav naletbûyiyên dinyayê de cihê xwe girt. Ev çeteyên tecawîzkar bi hovîtiyeke ne kêmî ya faşîzma Hîtler êrîş birin ser gelê me yê Êzîdî ku bi hezaran sal in li welatê xwe dijiyan. Li Şengalê hem qira mirovan anîn, hem jî gelê me yê ku ji her temenî di nav de bûn xiste rêya mişexsitiyê li ber tava rojê ya dijwar. Birçîbûn, tîbûn, germê şîrîkî li zilma DAÎŞ’ê kir. Jinên Êzîdî yên ku ji qirkirinê xilas bûyin, bi destê çeteyên bê esl û feslan ve li bazarên koleyan hatin firotin.’’

QIRKIRINA ÊZÎDIYA ENCAMA HEVKARIYEKE QIRÊJ E

MLKP’ê diyar kir, dinyayê dît bê ka kî dost û dijminê gelê Êzîdî kî ye û baş kişandina ser van hêmanan:

‘’Dema ku çeteyên faşîst ên DAÎŞ’ê qira gelê Êzîdî dianî yekîneyên fedayî, birûmet, fêris ên gelê Kurd hebûn ku li ber xwe didan, şer dikirin û DAÎŞ radiwestandin û li hêla dî jî ên ku ji siha DAÎŞ’ê direviyan jî. Dîrokê ev her du firaze ji bîr nekirin û wê qet ji bîr neke. Gelê Êzîdî, dostên wan, dinyayê û dijminan şahidî ji vê berxwedanê û vê revê re kir.

AKP’ê û dewleta faşîst a qirker û mêtînger a Tirkiyê, ji bo ku Şengal têkev jêrdesta çeteyên DAÎŞ’ê tişta jê hat texsîr nekir. AKP ya ku xwe disperê îdeolojiyeke faşîst-îslamî, bi DAÎŞ’ê re Kurdistan û Rojhilata Navîn di nav xwînê de hiştin. Ji bo nasnameya netewî û dînî ya gelê me yê Êzîdî tune bikin, ketine hevkariyeke li ser xwînê û taritiyê. Bi vê hevkariyê Şengal kete destê çeteyên tecawîzkar ên DAÎŞ’ê û qira Êzîdiyan anîn. Du hêmanên din ên girîng ên vê hevkariya qirêj Erebîstana Siûdî û Qeteer bû. Ên ku qirkirina Êzdiyan hêsan kirin jî PDK bû, pêşrmergeyên ku ji siha DAÎŞ’ê diqutifîn. Dîrok û mirovahî wê vê rastiyê ji bîr neke.’’

DAÎŞ Û HEVKARÊN WAN XILAS NANIN

MLKP wiha got: ‘Dîrokê û mirovahiyê ji bîr nekir bê ka Şengal bi destê kê rizgar bû û wê ji bîr jî neke.’ Û bi berdewamî, ‘’çeteyên faşîst ên Îslamî DAÎŞ, îro li Kurdistanê û li hemû deverên Rojhilata Navîn bi hevkarên xwe re têk dişikin û wê têk bişikin. Rojava û Sûriyeya Bakur ji van gemariyan paqij dibe û gelê me azad dibe. Duh Şengal azad bû û sibe dora Minbicê ye.

Ev şerê rûmet û azadiyê yê li hemberî tarîtiya genî û bêhnpêketî wê bi serkeftinê tacîdar bibe. Nêz e ku mirovahî ji vê tarîtiya serdema navîn ku lê bûye bela rizgar bibe. Ti hikmê tirs û zilma ku dixweste were avakirin nemaye, bi berxwedan û wêrekiya şervanên azadî û rûmetê tertûbelav bûye.

Em bang li gelên dinyayê, mirovahiyê dikin, ji bo ku derba mirinê li çeteyên faşîstên Îslamî yên DAÎŞ’ê bixin sefer bibin. Çeteyên DAÎŞ’ê, dûvelingên wan û hevkarên wan ên sûc wê nikaribin ji têkçûnê birevin. Werin û bibin beşek ji vê serkeftinê. Werin bila şeref û rûmet bibe para we. Werin, rûplekî herî bi rûmet li dîroka xwe zêde bikin. Werin bila serkeftin bibe ya şeranan, berxwedêran, bila bibe ya wan kesan ku qet dev ji azadî û rûmetê bernadin.’’