BI DÎMEN

Malbata Hesê ya Şengalî: Em ê ti carî desteka PKK û YPG’ê ji bîr nekin

Piştî Qirkirina Şengalê gelek Êzidî neçar man koçî Ewropayê bikin. Malbata Hesê jî yek ji wan e.

Malbata Hesê ya Şengalî da xuyakirin, ku di dema qirkirinê de Tevgera Azadiyê ya Kurd xwedî li wan derketiye.

Piştî Qirkirina Şengalê gelek Êzidî neçar man koçî Ewropayê bikin. Malbata Hesê jî yek ji wan e.

Em bi Şîrîn, Remziye Hesê û Êzîdiya Holandayî Karîn van Assen re axivîn.

Malbata Hesê, ku piştî Qirkirina Şengalê neçar ma li paytexta Hollanda Amsterdamê bi cih bibe, qala bûyerên bi serê wan ve hatin kir.

Malbata Hesê bi taybetî destnîşan kir, ku PKK û YPG xwedî li Êzidiyan derketine û ew ê ti carî vê ji bîr nekin.

Şîrîn û Remziye Hesê gotin, PDK’ê xiyanet li wan kiriye û diyar kirin, bi saya Tevgera Azadiyê ya Kurd pêşî li komkujiyen mezintir hatiye girtin.

Karîn van Assen jî da xuyakirin, ku ew Qirkirina Şengalê ya ji aliyê dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye kirin, şermezar dike.