Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen, li Navenda Giştî ya HDP’ê têkildarî bûyerên di rojevê de civînekî ya çapemeniyê li dar xist.
PÊVAYOYA DARBEYÊ Û REWŞA AWARTE
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, li navenda Giştî ya HDP'e têkildarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê pêk anî. Bilgen, di civînê de diyar kir ku 15'ê Tîrmehê berdewama darbeyê ye û piştî 15'ê Tîrmehê jî darbeya heqûqî berdewam kiriye. Ayhan, anî ziman ku li Tirkiye beri 15'ê Tîrmehê jî demokrasî tune bû û wiha got: "Piştî 15'ê Tîrmehê demokrasiya nivço bi temamî hat binpêkirin. Bi taybetî piştî OHAL hat îlankirin demokrasî ket bin piyan. OHAL ne xwedî maf e ku her tiştî pêk bîne. Divê mafê welatiyan neyê binpêkirin. Hêj Tirkiye endamê Konseya Ewropayê ye. OHAL bi xwe re gelek binpêkirina mafan tîne. Ti tiştên ku eleweya wan bi terbeyê tune tên kirin. Divê demek berî demekê OHAL bi dawî bibe."
Bilgen, helwesta Erdogan a li dijî îşkenceya li dijî leşkeran jî rexne kir û wiha got: "Serokomar Erdogan hewldana lîncê wekî 'şopên lêdanek biçûk' bi nav kir û bi vê yekê îşkencê rewa nîşan dide. Ev daxuyaniyên Erdogan ku ji bo parastina polîsan dike di welatekî hiqûqê de wê carî nayê qebûlkirin. Hiqûq bi lêdan û tekneyan pêk nayê. Îşkence ji bo wê kesî nayê normalkirin."
Bîlgen, anî ziman kuwan wekî HDP'ê şeva darbeyê helwesta xwe nîşan da û wiha berdewam kir: "Lê piştî OHAL hat îlankirin hukmê meclîsê nema. Nedîtina HDP'ê cudakarî ye. Li meclîsê li dijî partiya me helwestek taybet heye. Serokomar dibêje mîtînga min, qesra min, ez kê bixwazim ez wê bang li wan bikim. Em ne evîndarin ku biçin qesra wî û mîtînga wî. Lê mersele rêvebirina welatekî ye. Ger ku demokrasiyê diparêzin divê vîna her kesî bê dîtin. Partiyek ku zêdeyî ji sedî 10 deng girti be, divê tune yeyê hesipandin. Neditina HDP'ê helwestek cudakariyê ye."
PÊWISTE RASTIYA SÛR, CIZÎR Û NISÊBÎNÊ BÊ LÊKOLÎNKIRIN
Bilgen, bal kişand ser geşedanên der barê Hrant Dink ên nu de û wiha berdewam kir: "Mutala nû pêdivî bi destgirtina nû dibîne. Ger ku guleya berdan Hrant Dink destpêka darbeyê ye, wê demê divê hemû kuştinên piştî Hrant Dink bên darizandinû û lêkolînkirin. Divê rastiya Sûr, Cizîr û Nisêbînê rast û baş bê lekolînkirin."
Bilgen, da zanînku HDP'ê ji destpêkê de pêşniyar kirku Burokrasiya ewlehiyê bi Wezareta Parastina Neteweyî yanî vîna siyasî ve bê girêdan û wiha got: "Lê li şûna vê yekê bi Serokomar ve hat girêdan. Serokomarî bê lêpirsin û bê venêrtin e. Girêdana saziyan a bi Serokomartiyê xizmeta darbeya 12'ê ÎLonê dike. Ev rê li pêş demokrasiyê digire. Ji ber ku Serokomar bi alî tev digere. Ji ber sekna Serokomartiyê em bi fikar û talûke dibînin. Lê dîsa li gel her diştî di vê pêvajoyê de gavên ku ji bo aştî, demokrasî û parastina mafan gav bên avêtin em wê piştgiriyê bidin. HDP her dem piştgiriyê dide xebatên ji bo demokrasiyê."
'BÊYÎ HDP'Ê DIXWAZIN ÇI BIKIN'
Bilgen, helwesta partiyen din û hikûmetê rexne kir û anî ziman ku beyî HDP'ê dixwazin çi bikin. Bilgen, anî ziman ku bi tunebûna HDP'ê û neditina HDP'ê avakirina makeqanûna nû demokratîk nabe û wiha got: "Hûn bi nedîtna HDP'ê vîna bi milyanan mirov nabînin. Em avakirina zagonê wekî lufta Serokomar nabînin. Qanûnçêkirin peyvir e. HDP ji bo Tirkiyeyek demokratîk çi têkeve ser milê wê wê bike.
GER KU REWŞA OCALAN EWLE DIXWAZIN HEYET BIÇE ÎMARLIYÊ
Bîlgen, têkildarî rewşa Ocalan jî anî ziman ku bi aloziyên der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de fikar û rageşî zêdetir dibe û wiha got: "Ger ku hikûmet bi rastî Tirkiyeyek demokratîk û bi ewle dixwaze û dixwaze fikarên civakê bi dawî bike, divê berî her tiştî malbat û parêzer biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin. Divê CPT têkeve nava tevgerê. Divê heyetek serbixwe biçe Îmraliyê. Astengkirina hevditinê bi Ocalan re, daxwaza pêvajoyek dijwar a şer e.