Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) bi boneya 2’yemîn salvegera Qirkirina Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku dîroka civaka Êzîdî dîrokeke kevnar û dewlemend e û got; “Ji bo tunekirina vê dîrokê dijminên gelan gelek caran êrîş birin li ser gelê me yê Êzidî. Em dikarên bêjin ku dîroka gelê Êzidî dîroka komkujî, qirkirin û fermanan e. Gelê Êzîdî li hemberî hemû wan fermanan hebûna xwe parast, çand û baweriya xwe anî wan rojan. Yanî Êzîdî ne tenê bi fermanan tên naskirin di heman demê de bi berxwedanan tên naskirin.”
SYPG’ê bi bîr xist ku fermanên ku heta niha bi ser civaka Êzidî de hatine qasî ku tê zanîn gihîştine 74’an û wiha pê de çû: “Fermana 74’an di 3’yê Tebaxê 2014’an de li Şengalê bi ser Êzîdiyan de hat. Çeteyên DAİŞ’ê bi hêzên xwe yên mezin, bi çekên giran êrîş birin li ser gelê me yê Êzîdî yê li bajarê Şengalê. Di vê fermanê de bi dehan komkujiyên komî pêk anîn. Bi hezaran mirovên bêparastin qetil kirin, bi hezaran jin û zarok jî revandin. Gelê Êzidî ji bo xwe biparêze berê xwe dan çiyayê Şengalê.”
SYPG’ê bal kişand ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de 12 hezar pêşmergeyên PDK’ê di Şengal de hebûn û wiha dirêjî dayê: “Ew pêşmergeyan di 2 saetan de dest ji Şengalê berdan û reviyan. PDK’ê, bi mirovên ku tê de dijîn, bi temamî firotin çeteyên DAIŞ’ê. Ne Iraq, ne dewletên herêmî û ne jî rêveberiya Başûrê Kurdistanê xwedî li gelê me yê Êzîdî derketin. Tenê YPG û gerîlayên HPG’ê xwedî li gelê Şengalê derketin. YPG û gerîla, jiyana deh hezaran Êzidî ji komkujiyan rizgar kirin. Lê dîsa jî deh hezaran Êzîdî bi destê çeteyên DAÎŞ’ê hatin qetilkirin, zêdetirî 10 hezar Êzîdî winda ne, ji wan 5 hezar jin û zarok, dîl ketin destê çeteyên DAIŞ’ê . Ji wan jî çiqas hatine qetilkirin ti agahî tune ye. Sed hezaran Êzîdî koçber bûn. Em bi eşkere dikarin bêjin ku berpirsyarê vê qirkirinê di serî de PDK’e ye. Ew ferman di heman demê de fermana siyasî ya PDK’ê ya li ser gelê Êzîdî bû. Li ber çavê hemû dinyayê Şengal û gelê Êzîdî firotin.”
‘GELÊ ÊZÎDÎ ÊDÎ BIRÊXISTINKIRÎ YE’
Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan der bir ku armanca sereke ya fermana 74’an tunekirina civaka kevnar a civaka Êzidî bû, got; “Armanca din jî bidestxistina çiyayê Şengalê bû. Ji ber ku çiyayê Şengalê ji bo Başûr û Rojavayê Kurdistanê, Sûriye û Iraqê cihekî stratejîk e. Bi vê yekê xwestin pêşiya şoreşa Rojava û tevahî şoreşa Kurdistanê bigirin.
Gelê Êzîdî bi hêza xwe yên YBŞ û YJŞ, bi gerîla û dostên xwe, bi îradeya Şoreşa Rojava bajarê Şengalê ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin. Êdî gelê Êzîdî bi hêzên xwe yên parastin, bi meclîs û komunên xwe gelekî rêxistinî ye. Pêşiya fermanê jî hinek hêzan xwestin gelê Êzidî tune bikin. Lê ew pêk nehat. Ev jî hinek hêzan aciz dike. Di serî de jî PDK’ê. Ji bo vî jî bi siyasetên qirêj dixwazin îradeya gelê Êzîdî bişkînin. Li ser gelê Êzîdî siyaseta ambargo û koçberkirinê dimeşînin.Du sal di ser fermanê re derbas bûn, lê ruxmî hemû zor û zehmetiyan jî gelê Êzîdî li ber xwe dan, dest ji warê xwe Êzîdîxana pîroz bernedan. Çawa ku berxwedana Êzîdxanê çeteyên DAÎŞ’ê têk bir, wê sîyaseta PDK’ê jî têk bibe.”
Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan ragihand ku hemû daxwazên civaka Êzidî weke daxwazên xwe dibînin û wiha dewamî da daxuyaniyê; “Di duyemîn salvegera fermana 74’an de em şehîdên vê fermanê bi bîr tînin, bejna xwe li ber hemû şehîdên Êzîdxanê ditewînin. Di heman demê de em bejna xwe li ber hemû cangoriyên ku rê nedan dijminê mirovahiyê ku gelê Êzidî tune bike, xwîna xwe li ser xaka Şengala pîroz rijandin ditewînin.”
DAXWAZ
Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan di dawiya daxuyaniyê de jî daxwazên xwe wiha rêz kir:
“Roja 3’yê Tebaxê divê wekî Roja Şengalê ya Cîhanî were erêkirin.
Divê gelê Êzidî pêşeroja xwe ew bi xwe diyar bike. Xweseriya Şengalê divê bê qebûlkirin.
Qirkirina 3’yê Tebaxê divê weke jenosîd bê qebûlkirin û dewlet, hêz û kesên ku berpirsiyarên wan di vê qirkirinê de hene divê bên dadgehkirin.
Ambargoya ku li ser Şengalê divê bê rakirin.”