Malpera JINHA’yê cara 7. hat astengkirin

Serokatiya Ragihandinê ya Telekomunîkasyonê (TÎB) careke din malpera Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) girt.

Serokatiya Ragihandinê ya Telekomunîkasyonê (TÎB) careke din malpera Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) girt.

JINHA piştî vê biryara girtinê wê bi rêya adreseke din xwe bigihîne xwendevanan.

TÎB’ê li ser daxwaza hikûmeta AKP’ê bi dehan caran malperên ANF, DÎHA, Ozgur Gundem Û gelek malperên din ên Kurd girt. Ev cara 7. e malpera JINHA’yê asteng dike. Xuya ye ev êrîşên AKP’ê yên li hemberî çapemeniya azad wê bi rengekî bênavber dewam bikin.