Giriyên jin ên li Girtîgeha Gebzeyê ji bo Ocalan di nava çalakiyan de ne

Girtiyên PKK’yî û PJKA’ê yên li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, ragihandin ku ji bo li hember tecrîda li ser Ocalan wê bikevin nava çalakiyan. Girtiyan, diyar kir ku di vê çarçoveyê de wê gelek nameyan ji bo derdorên cuda bişînin.

Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, 70 girtiyên PAJK'ê (Partiya Azadiya Jinên Kurdistan) û PKK’ê (Partiya Karkerên Kurdistan), ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ê ku piştî hewldana derbeyê bi awayekî zêde derbareyê rewşa wî de şik û guman xwe didin der, bi nameyekê ragihandin ku ew wê çalakiyan li dar bixin. Di nameya ku şandin de girtiyan da zanîn ku di meha borî de wan her hefte bo Rêberê gelê Kurd qertên şexsî şandine, her heftê 70 qert, û her wiha diyar kirin ku gellek nameyên şermezrakirinê bo Wezareta Dadê, CPT, NY û Rêxistina Efûyê şandine.

Li gel vê girtiyan di nameyê de da zanîn ku bo dewletên ku di nêv komploya navneteweyî de cih girtine jî 70 name şandine û bo rojanmeyên biyanî yên wek New York Tîmes, Washington Post, Der Spîgel, Le Monde, The Îndîpent û gellek rojnameyên li Tirkiyeyê jî name şandine û dan zanîn ku di 27-30'yê Tîrmehê de bo 3 rojan ketine gireva birçîbûnê.

'ME BI PÊŞBÎNIYA RÊBERÊ XWE PÊŞWAZÎ KIR'

Girtiyan di nameyê de ev tişt gotin: "Em wek 70 girtiyên PKK-PAJK'ê yên li Girtîgeha Genzeyê, me derbeya 15'ê Tîrmehê bi pêşbîniya Rêberê xwe ya 'Heke Tirkiye di asasê demokratîkbûyînê de pirsgirêka kurd çareser neke, wê mekanîka derbeyî her di dewreyê de be' pêşwazî kir. Êvara derebeyê hin girtiyên edlî dirûşmeyên 'Leşkerê herî mezin leşkerê me ye' berz dikirin, roj dinê heman girtiya dirûşmeya 'Tayyipê herî mezin Tayyîpê me' berz kirin, ku ev jî rastiya civateke dewletbûyî bi bîra me xist. Gebzeya ku li dijî pêkanîn antî-demokratîk ên li Tirkiyeyê, wehşet û komkujiyên li Kurdistanê qet deng ji xwe nedianî, bi rojan azan û sela hat xwendin, bi roja bi şev û bi biroj bi dengê kornayan konvoy li navçeyê diçûn û dihatin."

NE TETMÎNKAR E

Girtiyên ku di dumahîka nameya xwe de gotin, "Em wek jinên girtî yên siyasî, me geşedan bi endîşeyên bi vî awayî şopand; 'Jiyana Rêberê me di xetereyê de ye' û hîn jî dişopînin" dest nîşan kirin ku li dijî van şik û gumanan daxuyaniyên Wezareta Dadê ne tetmînkar in.

Girtiyan di nameyê de wiha gotin, "Bi îlana Rewşa Awarte re Dadweriya Înfazê ya 1'emîn, derbareyê tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Birêz Ocalan û 3 hevalên me yî li gel wî, biryarên fermî dane der. Em wek girtiyên jin ên PKK-PAJK'ê yên li Girtîgeha Gebzeyê dibêjin ku rêya pêşerojeke bêderbe û bê OHAL, di aşitî û demokratîkbûyînê de derbas dibe û ev jî bes dikare bi Birêz Abdûllah Ocalan bi pêş bikeve û bi vê hişmendiyê em Pergala Tecrîda Îmraliyê şermezar dikin û ji bo hişyarbûna polîtîkayên tecrîdê yên dewletê yên ku bi OHAL'ê re zêde xwe dan der, heta ku parzêer, malbat û heyetke serbixwe hevdîtinê pêk neyine em wê her di nêv çalakiyan de bin."