Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hişyariya ji ber tozê

Rayedarên Îranî ji ber barîna axê ya li rojavayê welêt biryar dan ku li gelek eyaletan navberê bidin dibistanan û bang li nêzîkî 13 milyon welatiyan hate kirin ku ji malên xwe dernekevin.

Li gorî televîzyona dewletê ev tedbîr li eyaletên Rojhilatê Kurdistanê (Loristan, Kirmanşah, Kurdistan) û Zencan, Buşehr û Huzistanê hatine girtin.  

Rayedaran bang li welatiyan kir ku maskeyan bi kar bînin. Hate ragihandin ku li hin herêman mesafeya dîtinê daketiye bin kîlometreyekê.

Hate ragihandin ku ecacê herî zêde bandor li hewayê eyaleta Buşehrê kiriye.

Rayedarên meteorolojiyê dan zanîn ku ev qirêjiya hewayî ji ber ewrên tozê yên ji Iraqê hatine, rû daye. Her wiha pispor sedema zêdebûna ecacê weke ziwabûna her ku diçe zêdetir dibe. nîşan didin.

Li gorî ajansa fermî IRNA’yê bi tenê roja Duşemê li eyaleta Huzistanê zêdetirî 240 welatî ji ber pisgirêkên danûstandina bêhnê rakirine nexweşxaneyê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku heman bûyera hewayî di Tîrmeha 2022’yan de jî rû dabû û li Tehran û derdora wê dibistan û saziyên fermî hatibûn girtin.