Komkujiya Şengalê li Swêdê hat şermezarkirin

Di salvegera duyemîn a Komkujiya Şengalê de, li bajarê Orebro yê Swêdê bi meşek û mîtîngekê çeteyên DAIŞ'ê hatin şermezarkirin. Kurdistaniyên li paytext Stockholmê dijîn jî wê îro bi heman armancê dakevin kolanan.

Kurdistaniyên danê êvarê li ber avahiya polîsan a li bajarê Orebro li hev civiyan, bi qîrîna dirûşmên li dijî çeteyên DAIŞ'ê ber bi navenda bajêr ve meşiyan.

Li dû meşê, li meydana Vaghûstorgetê mîtîngek hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl li vir axivîn û anîn ziman, ku çeteyên DAIŞ'ê hewl dane Êzidiyan bi temamî ji holê rakin.

PKK Û YPG'Ê JIYANA BI HEZARAN ÊZIDIYAN RIZGAR KIRIN

Qisekeran bibîr xistin, ku hêzên PKK û YPG'ê rê nedane komkujiyê û bi vekirina korîdorê ve bi hezaran Êzidî ji mirinê rizgar kirine. Ji Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Swêdê hat xwestin, ku desteka madî û leşkerî bidin YPG û hêzên Kurd ên li herêmê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin û civakên Êzidî, Asûrî-Suryanî û hindikahiyên din ji êrîşan diparêzin.

Di çalakiyê de hin ji jinên Kurdistanî ji bo balê bikişînin ser rewşa jinên Êzidî yên ji aliyê çeteyan ve li bazaran tên firotin çarşefa reş li xwe kirin û ji bo bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, find vêxistin.

Suryanî jî bi armanca destekkirinê tevlî çalakiyê bûn. Cornelya ya Swêdî jî ji bo jinên Êzidî yên li Şengalê stranên xwe got.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Orebro Zozan Baransson ji rojnameya NA Orebro re axivî, bal kişand ser komkujiya li Şengalê û got, "Em vê ji bîr nakin û şermezar dikin. Hê bi hezaran jinên Êzidî di destê DAIŞ'ê de esîr in."

Di vê navberê de wê îro saet di 18:00 de li meydana Sergel a paytexta Swêd Stockholmê bi heman armancê çalakiyek were lidarxistin.

...