Komkujiya Şengalê li Swîsreyê hat şermezarkirin
Ji ber salvegera Komkujiya Şengalê li bajarên Zurîch, Basel, Lûzern, Chûr û Wînterthûrê çalakî hatin lidarxistin.
Ji ber salvegera Komkujiya Şengalê li bajarên Zurîch, Basel, Lûzern, Chûr û Wînterthûrê çalakî hatin lidarxistin.
Ji ber salvegera Komkujiya Şengalê li bajarên Zurîch, Basel, Lûzern, Chûr û Wînterthûrê çalakî hatin lidarxistin.
BASEL
Meclîsa Jinê ya Ronahî û Meclîsa Jinê ya Rojbîn li Araaû, li ser pira Clara ya li bajarê Baselê çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de li ser pirê xelekek ji mirovan hat çêkirin. Jinan bi zincîrê dest û milên xwe girê dan û belavokên bi zimanê Elmanî belav kirin. Çalakiyê bala Swîsreyiyan kişand. Di çalakiyê de firotina jinên Şengalî û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bi lîstikeke şano hat nîşandan.
ZURÎCH
Meclîsa Jinê ya Bêrîtan bi dirûşma „Ji bo jinên Şengalî dengê xwe bilind bike‘ li kolana Bahnhof a Zurîchê çalakiy bi zincîran lidar xist. Li dû deqeyeke rêzgirtinê belavoka bi zimanê Elmanî hat xwendin û bal hat kişandin ser rewşa jinên Êzidî yên li Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin.
LÛZERN
Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan li taxa Stanst a bajarê Lûzernê, çalakiyeke rawestînê ya deqeyekê lidar xistin. Piştre li ser komkujiya li Şengalê belavok hatin belavkirin.
CHÛR
Komuna Jinê ya Ekîn Wan li pêşiya gara trenê ya Chûrê çalakî lidar xistin. Ji bo bîranîna mirovên di êrîşa DAIŞ’ê ya li hemberî Şengalê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn û li ber qîrîna dirûşmên bi zimanê Elmanî belavok hatin belavkirin.
WÎNTERTHÛR
Meclîsa Gel a Wînterthûrê û HDK-Swîsreyê li gara trenê ya bajarê Wînterthûrê çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de pankartek li ser komkujiya Şengalê hat hildan û piştî bêdengiya 15 deqeyan çalakî qediya.