Jangland, bi HDP’yiyan re civiya

Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag, bi Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland re civiya. Yuksekdag, bal kişand ku li Tirkiyeyê pêşketina demokratîkbûnê, hê jî pêdiviyekî pir girîng e.

Heveroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, bi Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland re li salon Rêveberiya Koma HDP’ê hevdîtin pêk anîn. Yuksekdag di dema hevdîtinê de axivî û wiha got: “Dibe ku me hewldana darbeyê şkandibe, lê eger ku em bikaribin demokrasiyekî bi hêz ava bikin, êdî li Tirkiyeyê hewldanên bi vî awayî pêk nayên.”

Yuksekdag spasiya Thorbjorn Jagland kir ku ji bo li Tirkiyeyê piştgirî bidin saziyên bi vî rengî hatine û wiha anî ziman: “Meclîs di hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê hevrûyî êrîşekî cidî hatiye. Ev êrîş li hemberî hemû siyaseta Tirkiye û gelê Tirkiye pêk hatiye. Em weke HDP weke hemû partiyên li Meclîsê, li hember êrîşên bi vî rengî bi biryardariyekî demokratîk me helwesa xwe bi zelal raxist ber çavan.

Yuksekdag bal kişan ku bi lezgîn pêdiviya Tirkiye bi demokratîkbûnê heye, ji bo bi civaka Ewropayê û siyaseta demokratîk re hevhatinekî çêbike, di aliyê gelê Tirkiyeyê de pir girîng e. Bi demokraîtkbûyînê li hember her cûre darbe û mudaxeleyên otorîter, ewlekariya me ya herî mezin e. Ez di wê hêviyê de me ku ev hevdîtin bibe wesîlaya ku di werê demokratîkbûnê de lihevkirinek pêk bîne."