Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat astengkirin
Serlêdana parêzer û malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtinê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve careke din hat redkirin.
Serlêdana parêzer û malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtinê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve careke din hat redkirin.
Serlêdana hevdîtinê ya parêzer û malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku piştî hewldana darbeyê der barê rewşa wî de fikar zêde bûne û agahî jê nayê wergirtin, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve careke din hat redkirin. Parêzer Cengîz Yureklî, Ebru Gunay û Faîk Ozgur Erol û malbata Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ji bo hevdîtinê îro serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn.
Serlêdena parêzer û malbatan careke din bi awayeke neyînî hat bersivandin. Piştî biryara OHAL'ê 1'emîn Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê hevdîtin qedexe kiribû.