NÛ BÛ

Kurdistaniyên li Ewropayê Şengal ji bîr nekirin

Li gelek bajarên Ewropayê, ji ber salvegera duyemîn a Qirkirina Şengalê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyên li Elmanya, Belçîka û Hollandayê de DAIŞ û hevkarê çeteyan AKP bi tundî hatin şermerzarkirin.

Qirkirina Şengalê di salvegera duyemîn de li gelek bajarên Ewropayê hat protestokirin. Di çalakiyan de DAIŞ û AKP hatin şermezarkirin.

BRUKSEL

Li paytexta Belçîka Brukselê, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, ji bo jinên Êzidî li Place de la Monnaîe çalakî lidar xist. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser destavêtin û firotina jinên Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve û hat bibîrxistin, ku hê jî agahî ji hezaran jinên Êzidî nayê girtin. Di daxuyaniya li vir de hat gotin, „Em ê jinên Êzidî û qîrîna Şengalê ti carî ji bîr nekin. Ji bo geşkirina agirê azadiyê, em piştgiriya hev a enternasyonal mezin bikin.“

ROTTERDAM

Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê, ji bo jinên Êzidî çalakiya „bêdengiya deqeyekê“ hat lidarxistin û qirkirin hat şermezarkirin. Li ser banga Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Weqfa Jinên Azad a Navneteweyî û Meclîsa Jinên Kurd jin li Rotterdam Centraalê li hev civiyan û li dijî dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê banga mezinkirina piştgiriyê kirin. Di çalakiyê de dowîzên bi zimanên Îngilîzî, Flamanî, Kurdî û Tirkî yên bi nivîsa „Jin wê rê nedin DAIŞ’ê“ hatin hildan û belavok hatin belavkirin.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, Meclîsa Jinê ya Amara ji ber salvegera Qirkirina Şengalê li Haûptwacheyê çalakiyek lidar xist. Di axaftinên li çalakiyê de bal hat kişandin ser desteka AKP’ê ya ji bo çeteyan û hat şermezarkirin.

MUNCHEN

Li bajarê Elmanya Munchenê Komuna Jinê-Sara, Ciwanên Azad û Meclîsa Gelê Kurd li Odeosplatzê çalakiyek pêk anîn. Di çarçoveya vê çalakiyê de Komuna Jinê-Sara dosyayek pêşkêşî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kir. Her wiha standa agahdarkirinê hat vekirin û raya giştî hat agahdarkirin.

ÇALAKIYÊN JIN Û CIWANÊN ÊZIDÎ

Bi pêşengiya Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) û Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ) duh li gelek bajarên Elmanyayê meş û mîtîng hatin lidarxistin û Qirkirina Şengalê hat şermezarkirin.

Çalakiyên bi dirûşma “Bi rêxistinbûyîn, xweserî Û parastina rewa, ber bi azadiya Şengalê ve” hatin lidarxistin bi vî rengî ne:

Li bajarê Celle, Berlîn û Bîelefeldê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

Di di navê “Zarokên min kanî” li ser rewşa dawî ya Şengalê li bajarê Gîfhornê panelek hat lidarxistin.

Bi heman armancê li bajarê Walsrodeyê li ber dêra bajêr daxuyaniyek hat dayîn.

Li bajarên Verden û Hamelnê meş û mîtîng hatin lidarxistin û hovîtiya DAIŞ’ê hat şermezarkirin.

Li bajarê Nîenbûrgê ji saet 9’an heta 16’an standa agahdarkirinê hat vekirin û ji saet 16 heta 19’an jî çalakiya rûniştinê pêk hat.

Li Vechta û Kasselê xwepêşandan, li Munsterê jî bi meşekê mirovên di Qirkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.

Çalakiyên şermezarkirina qirkirinê li bajarên Essen, Kleve û Weselê pêk hatin.

Li bajarê Dusseldofê jî saet di 12’an de çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û saet di 13’an de jî qirkirin bi lîstikeke şano hat nîşandan. Her wiha wê îro jî saet di 15’an de li Gymnasîûm Koblenzer Strasseyê semînerek bê lidarxistin.

Li bajarê Hambûrgê, bi mijara “Êrîşa destdirêjiyê ya li hemberî jinê, bikaranîna jinê weke çekekê û fermana Şengalê” panelek hat lidarxistin.

Di 6’ê Tebaxê de jî wê saet di 14’an de li S-Bahn Sternschanzeyê meşek bê lidarxistin.

Roja 6’ê Tebaxê wê li Haûptbahnhof a Oldenbûrgê çalakiyek bê lidarxistin.

Roja 5’ê Tebaxê jî wê tevahiya rojê li Hîldesheîmê konê agahdarkirinê bê vedan, çalakiya rûniştinê were lidarxistin.

...