‘Ji bo piştevaniya Rojava pirekê lêke’
Li bajarê Eûpen ê Belçîkayê wê di aktîvîteyekê de ji bo lêkirina wargehek zarokan ên ku dema Şoreşa Rojava de dê û bavên wan jiyana xwe ji dest dane, piştgirî bê kirin.
Li bajarê Eûpen ê Belçîkayê wê di aktîvîteyekê de ji bo lêkirina wargehek zarokan ên ku dema Şoreşa Rojava de dê û bavên wan jiyana xwe ji dest dane, piştgirî bê kirin.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn aktîvîteyên piştgiriya bi Rojava re didomînin. Li ser vî esasî wê 12’ê Tebaxê li bajarê Eûpen ê Belçîkayê aktîvîteyek bê lidarxistin. Bi saya aktîvîteyê ve ku wê bi dirûşmeya “Ji bo piştevaniya Rojava pirekê lêke” bê lidarxistin, wê piştgiriya ji bo wargeha zarokan a tê plankirin ku ji bo zarokên Rojava yên di şer de endamên malbatên wan mirine bê lêkirin bê kirin.
Ji organîzatorên aktîvîteyê Mehmet Farûk Akalin diyar kir ku dixwazin ji çandên cuda mirovan bînin gel hev û hestên piştevanî û têkoşîna hevpar xurtir bikin. Akalin ragihand ku wê tevahî dahatûyan bi rêya Komaleya Oûr Brîdge bexşî wargeha zarokan a wê li Rojava bê lêkirin bikin, di serî de Kurdên Eûpenê, bang li tevahî beşên civakê kir ku tevlî aktîvîteyê bibin.
Aktîvîte ya ku gelek dezgehên alîkariyê destekê didinê, wê 12’ê Tebaxê saet 19.00’an li Alten Schlachofê bê lidarxistin û her wiha Jost Davis, Dj Black, Dj Bilind, Hozan Azad, Mokka Mozaik, Dj Merkus Konig û gelek hunermendên surprîz tevlî bibin.