YPG: Êrîşên DAIŞ’ê yên li hember Kobanê didomin

YPG’ê diyar kir ku 3’yê Tebaxê di saetên nîvro de çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên Cerablûsê fûze avetin gundê Zormixar a dikeve rojavayê Kobanê û êrîşî gundê Şêxlerayê.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê 3’yê Tebaxê ji çeperên xwe yên Crablûsê bi fûzeyan êrîşî gundê Zormîxar ê dikeva Rojavayê Kobanê kirin.

YPG’ê diyar kir ku çeteyan heman rojê di saetên şevê de jî, ji heman cihan bi çekên giran êrîş birin li ser bajaroka Şêxler a dikeve rojavayê başûr a Kobanê.

YPG’ê wiha got: “Çeteyên DAIŞ’ê 4’ê Tebaxê (îro) di saetên sibehê de jî, hewldan ji Cerablûsê derbasî herêmê dikeve di navbera bajaroka Şêxler û gundê Zormixarê de. Piştî destwerdana hêzên me çeteyan neçar man ji qadê birevin.”