HPG: Li Şemzînanê 14 leşker hatin kuştin, 1 jê payebilind e

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiyên gerîla de ku li dijî operasyona li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dar dixin, 14 leşkerên din jî hatine kuştin. Li heman herêmê di 3 rojan de bi giştî 36 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî şer û çalakiyên li Şemzînanê daxuyaniyek nivîskî weşand, detayên bîlançoya 3 rojan ragihand.

HPG’ê bi bîr xist ku beriya niha 22 leşker kuştibûn, eşkere kir ku li heman qadê 14 leşkerên din hatine kuştin ku yek jê payebilind e. 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.

LI ŞENGALÊ GERÎLAYAN PÊŞÎ  LI QIRKIRINÊ GIRT

Di daxuyaniya HPG’ê de ku got, “Têkoşîna me ya azadiyê ku di pêşengtiya PKK’ê û Rêber  Apo de pêş ketî, îro li tevahî Kurdistanê berxwedanek mezin û şerekî mirovahî raber dike. Bi vî şerê berxwedanê ve 3’yê Tebaxê li dijî fermana Şengalê nirxên neteweyî hatine parastin û hesabên qetlîamên mezin ên çeteyan hatine xirakirin” û diyar kir ku di wan şertan de ku ti kesî nikarîbû cesaret bike, gerîlayê HPG’ê wek hêza parastina neteweyî ya gelê Kurd vê wezîfeya dîrokî di şert û zirûfên zor û bêîmkan de bi cih anîne, qirkirina ku wê li ser gelê me yê Êzîdî bikirina hatiye sekinandin.

 Di daxuyaniyê de ev hat gotin; “Hevalên Dilgeş û Armanc, Agir, Tirêj, Mazlûm, Çiya, Vinar û Edessa yên ev berxwedana dîrokî û destanî pêk anîn û bi ruhê Apoyî seknek lehengî nîşan dan, dema parastina nirxên gelê me de şehîd ketin. Wek hêza parastina neteweyî ya gelê me, divê baş bê zanîn ku li ser esasî bicihanîna van wezîfeyên dîrokî û pîroz, me çawa li Şengalê pêk anî, em ê li her cihî li dijî dijminê xwe bi performansek bilind şerekî bi biryardarî bimeşînin.”

BÎLANÇOYA ÇALAKÎ Û ŞERÊ LI ŞEMZÎNANÊ

HPG’ê di berdewama daxuyaniya xwe de têkîldarî çalakî û şerê li qada Şemzînanê ev agahî parve kirin:

“Me detayên operasyona ku 29’ê Tîrmehê artêşa TC mabeyna gundên Serero û Bêtkarok û gundê Şapatan ên girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê dabû destpêkirin û bi giştî 22 leşker hatin kuştin û 2 gerîlayên me jî şehîd ketibûn, bi gelê xwe û raya giştî re parve kiribû. Ev operasyon 31’ê Tîrmehê û 1’ê Tebaxê jî dewam kiriye, roja 31’ê Tîrmehê jî hêzên me derbeyên giran li artêşa TC dane. Li ser vî esasî:

31’ê Tîrmehê danê sibehê saet 06.30’an dema komek leşkerên ji 8 kesan pêk dihatin ji gundê Bêtkarok diçûn gundê Serero ketin kemîna gerîlayên me û bi çekên ferdî, nîv otomatîk û sûîqestê çalakî hatiye lidarxistin. Li vir 6 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Danê sibehê saet 09.00’an dema komek leşker ji qûntarên Serero ber bi gund ketibûn tevgerê hatin hedefkirin û li vir 3 leşker hatin kuştin. Saet 10.30’an jî gerîlayên me li dijî leşkerekî payebilind çalakiya sûîqestê li dar xistin. Di vê çalakiyê de üstegmenek hate kuştin.

Çalakiyên gerîlayên me ya li dijî vê operasyonê pêşdeçûna artêşa TC asteng kiriye û her wiha di rêjeyek bilind de ev operasyon şikandiye. Leşkerên tevlî operasyonê bûne qademeyekê vekişiyane.

Di daxuyaniyên me yên berê de me ragihandibû ku bi giştî 22 leşker hatine kuştin. Di çalakî û şerên dawî de jî 14 leşker hatin kuştin, yek jê payebilind e, bi dehan leşker jî birîndar bûn.

31’ê Tîrmehê di şer de gerîlayekî me, 2’yê Tebaxê jî gerîlayekî me şehîd ketine. Di demek herî nêz de wê têkîldarî nasnameyên gerîlayên me de agahî werin parvekirin.”