‘Heta Ocalan azad nebe, pêşî li darbeyan nikare bê girtin’
Hunermend Ferhat Tûnç, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hewldana darbeyê nirxand û got, ji bo pêşîgirtina li darbeyan divê Ocalan azad bibe.
Hunermend Ferhat Tûnç, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hewldana darbeyê nirxand û got, ji bo pêşîgirtina li darbeyan divê Ocalan azad bibe.
Hunermend Ferhat Tûnç, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hewldana darbeyê Jİ ANF’ê re nirxand û got, ji bo pêşîgirtina li darbeyan divê Ocalan azad bibe.
Tûnç da xuyakirin, ku hewldana dawî ya darbeyê encama neçareserkirina pirsgirêkên li welêt, neçareserkirina pirsgirêka Kurd û tirsên zîhniyeta dewletparêz e.
TECRÎDA LI SER OCALAN DIJMINATIYA LI GELAN E
Tûnç diyar kir, ku zerara herî mezin a AKP û Qesrê daye gelên li vê erdnîgariyê, di mijara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de kiriye û bibîr xist ku ji notên hevdîtinê tê fêmkirin, ku Ocalan beriya niha bi salan bal kişandibû ser rêxistinbûyîna paralel a li nava dewletê û der barê xeteriya darbeyê de hişyarî dabû.
Tûnç got, „Yên ku li şûna guhdarîkirina li Birêz Ocalan, serî li tecrîda di nava tecrîdê de dan, dijminatiya herî mezin li gelên me dike. Tecrîdkirina rêberekî xwedî tecrûbe, bi tenê dikare bi dijminatiyê were vegotin. Tespît û analîzên Birêz Ocalan ên ji bo welêt û herêmê çiqasî piştrast dibin, serdest hîn bêhtir dikevin nava tirsê û hewl didin bandora Birêz Ocalan bişikînin. Em dizanin, Birêz Ocalan bi tecrûbe, danehevî û hêza xwe ya analîzê re ne tenê Rêberê Gelê Kurd e, di heman demê de ji bo jiyaneke wekhev û azad a gelên herêmê şensek e. Yên pêşî li mafê siyasetê yê Birêz Ocalan digirin divê zanibin, ew nebaşiyê li gelên li vê erdnîgariyê dikin. Em dixwazin tecrîda li ser Birêz Ocalan derhal bê rakirin û azad bibe. Girîng e her kes zanibe, nêzîkatiya li Birêz Ocalan wê bandorê li diyarkirina çarenûsa Tirkiyeyê bike. Lewma divê yên welêt bi rê ve dibin, derhal mafê siyasetê û azadiyê yên Ocalan nas bikin û şensekê bidin pêşeroja me.“