Parlementoya eyaleta Hambûrg ji aliyê ciwanên Kurd ve hate dagirkirin
Parlementoya eyaletê ya ku li bajarê Hambûrg a Elmanyayê ji aliyê ciwanên Kurd ve qasî saetekê hate dagirkirin.
Parlementoya eyaletê ya ku li bajarê Hambûrg a Elmanyayê ji aliyê ciwanên Kurd ve qasî saetekê hate dagirkirin.
Ciwanên ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikirin, di saetên danê nîvroyê de ketin avahiya parlementoya eyaleta Hambûrg, çalakiya dagirkirinê lidar xistin.
Ciwanan di çalakiyê de pankarta bi Elmanî “Heta ku Abdullah Ocalan azad bibe, heta dawiyê berxwedan” vekirin, dirûşmên ku azadiya Ocalan tîne ziman qîrkirin û çalakiya dagirkirinê lidar xistin. Tecrîda girankirî ya ku ji 5’ê Nîsana 2015’an dewam dike şermezar kirin.
Ciwan bi rayedarên parlementoyê re civiyan, diyar kirin ku piştî hewldana darbeyê ya ku li Tirkiyeyê pêk hatî û şûnde fikarên têkildarî rewş û tendirûstiya Ocalan zêdetir bûne û hê ti agahî jê nayê girtin. Ciwanan, ji rayedaran re anî ziman ku tevî hemû hewldan û serlêdanên parêzer û malbatan daxwazên ziyaretê nayên qebûlkirin, daxwaz kirin ku divê parlemento li hember vê bê hiqûqiyê xwedî bertek be.
Ciwanan daxwaz kirin ku divê parlemento li hember tecrîdê xwedî bertekên zelal bin. Ciwanan piştî dirûşmên “Jiyana Ocalan, jiyana hemû mirovahiyê ye” qîr kirin dawî li çalakiya dagirkirinê ya ku qasî saetekê dom kirin anîn.