Komkujiya Qamişloyê li Soderhamnê hat şermezarkirin

Komkujiya Qamişloyê li navçeya Soderhamn a Swêdê bi meş û mîtîngekê hat şermezarkirin.

Li navçeya Soderhamn a bajarê Gavleborg ê li başûrê Swêdê, ji bo şermezarkirina komkujiya Qamişloyê çalakiyek hat lidarxistin. Kurdistanî li pişt pankarta bi nivîsa "Pêşî li qetilkirina sivîlan bigirin" meşiyan û dirûşmên "Piştgiriyê bidin Kurdistanê", "Komkujiyan bisekinînin", "Ji Ocalan re azadî" û "Qamişloyê bibînin" qîriyan.

Di mîtînga piştî meşê de endamên Navenda Civaka Demokatîk a Kurd axivîn û diyar kirin, çeteyên DAIŞ'ê ji bo pêşî li serketin li Minbicê bigirin, li Qamişloyê komkujî kirine. Qisekeran dan xuyakirin, ku yekane hêza laîk û demokrat a li Rojhilata Navîn Kurd in bang li dewletên rojavayî kirin, ku piştgiriyê bidin hêzên Kurdan ên li Rojava şer dikin.

Serokê Komîteya Piştgiriya Kurdistanê ya Soderhamnê Bengt Gûstavson li vir peyivî û got, "Berî niha bi demekê ez li Bakurê Kurdistanê bûm. Ez çûm Nisêbînê ku şaredariya bira ya Soderhamnê ye û hin bajarên din. Min gelê li wir hîn bêhtir bi biryar dît. Rêxistinbûyîneke xurt a ji jêrê ber bi jorê ve heye. Ya girîng jî ev e. Em ê jî ji vê derê destek bikin. Ji xwe û rêxistina xwe bawer bikin. Ya ku aştiyê bîne û Ocalan azad bike, ev e."

...