Polîtîkaya hikûmeta AKP'ê ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê, ku hê nehatiye guhertin, ji bo malbatên ewladên wan li xaka şoreşê jiyana xwe ji dest dane veguheriye îşkenceyê. Piştî malbata fermandarê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Azîz Guler, niha jî destûr ji malbata Eylem Ataş re nayê dayîn ku cenazeyê xwe li cihê dixwaze bispêre axê.
Şervana Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Eylem Ataş, di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de roja 27'ê Hezîranê jiyana xwe ji dest dabû.
Bav Mehmet Ataş ê ku şehadeta keça xwe di 28'ê Hezîranê de ji rojnameya Gundemê hîn bû, tevî parêzerê malbatê Ûmût Vedat Açar bi qeymeqamê Pirsûsê re hevdîtin kir. Malbata Ataş xwest, ji bo teşxîskirina cenaze derbasî Rojava bibe û piştî teşxîsê cenazeyê keça xwe bîne Tirkiyeyê. Di destpêkê de ti bersiv ji malbatê re nehat dayîn. Hefteya derbasbûyî ji parêzer Ûmût Vedat Açar re hat gotin," Destûr ji bo derbasbûnê nehatiye dayîn."
Parêzer Açar da xuyakirin, ku têkildarî astengkirina malbatê ti hincet nehatiye nîşandan û diyar kir, ev yek pêkanîneke kêfî ye.
'WEKE BAVEKÎ EZ DIXWAZIM GORA KEÇA MIN HEBE'
Tevî astengiyên dewletê jî malbat û hevrêyên Ataş bi biryar in ku Eylem Ataş bînin Edene ya lê ji dayik bûye. Bav Ataş destnîşan kir, ku veşartiya keça xwe li cihê dixwaze, mafekî bingehîn ê însanî ye û got, "Ev çi feraset e ku nahêle ez keça xwe teşxîs bikim."
Bav Ataş da zanîn, ew bi însiyatîfa ava kirine re têkoşîna xwe dimeşînin û got, "Ez hêviya xwe ji dest bernadim. Weke bavekî dixwazim keça xwe li axa lê ji dayik bûye, lê mezin bûye, lê keniya ye veşêrim û biçim serdana gora wê."
Bav Ataş bibîr xist ku cenazeyê Azîz Guler piştî têkoşîna 59 rojan hatiye anîn û destnîşan kir, ku ew bawer dike wê cenazeyê keça xwe jî di encama piştgiriya hev a bindestan de bîne.