BI DÎMEN

Li Awûstûyayê tecrîd hate protestokirin: Li 5 navendan çalakî

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Awûstûryayê bi girseyî hate protestokirin. Li Viyana, Linz, Graz, Salzburg, Bregenz û Innsbruckê çalakî hatin lidarxistin.

VIYANA

Li paytexta Awûstûya Viyanayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Li ber avahiya serokwezîrtiyê û Qesra Serokkomartiyê bi şîara “Em fêrî jiyanek bê Rêbertî nebûne û nabin! Em li beramberî AKP’ê, Erdogan, Tecrîd û zihniyetê qirêj ê 15’ê Tîrmehê bêdeng nemînin” di pêşengiya PYD û saziya jina Kurd AVESTA’yê mîtîngek hate lidarxistin.

Çalakvanan bi rayedaran re hevdîtin pêk anîn. Rayedarên Serokwezîrtiyê jî ji bo îro heyetek dawet kirin.

CIWANAN PANKART DALIQANDIN

Her wiha ciwanên Kurd dema li Viyanayê trafîk zêde bû li ser pirê bi zimanê Elmanî pankarta “Abdullah Ocalan xeta sor a Kurdan e” daliqandin.

SALZBURG

Li bajarê Salzburgê jî saet 19.00’an girse li hev civiya, pankartên “Ji Ocalan Re Azadî”, “Erdogan Dîktatorek e”, “Erdogan mafên mirovan binpê dike”, “Dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bînin” hatin vekirin, posterên Ocalan û alên YPG’ê hatin rakirin.

Di çalakiyê de ku dostên Kurdan jî destek danê, dirûşmeyên “Bijî Kurdistan”, “Dawî li Tecrîdê bînin”, “Ji Ocalan Re Azadî Ji Kurdistanê re Statu” hatin berzkirin.

LINZ

Kurd û dostên wan ên li Linz jî li televîzyona LT1’ê çalakiya bêîtîatiya sivîl li dar xistin. Di çalakiyê de ku dirûşmeya “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê re Aştî” hatin berzkirin, bi rayedarên TV re hevdîtin pêk hatin, têkîldarî tecrîda li ser Ocalan dosyayek hate radestkirin.

GRAZ

Li Grazê jî li ber şaredariyê çalakiya rûniştinê û mîtîngek hate lidarxistin. Her wiha çalakvanan dosyayek radestî rayedarên şaredariyê kirin.

BREGENZ

Li Bregenzê jî dosyayek radestî televîzyona dewleta Awûstûrya ORF’ê hate kirin.

ÇALAKÎ WÊ BIDOMIN

Bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê çalakî bidomin.

Li Awûstûryayê cih û saetên çalakiyên 13’ê Tebaxê wiha ne:

Înnsbrûck: Saet 15.00’an mîtîng li Qada Annasäule

Viyana: Saet 19.00’an li ber Avahiya Opera ya Viyanayê meşa bi meşale

Graz: Saet 17.00’an Girseya li ber Şaredariya Grazê ya li Graz Hauptplatzê kom bibe wê meşê li dar bixe.

 

...