Li 6 bajaran operasyonên qirkirina siyasî

Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Izmîrê operasyonên qirkirina siyasî hatin kirin

AKP/Qesr ku nekarî berxwedana gelê Kurd bişkîne, fermana operayonên qirkirina siyasî didomîne.

EDENE
Li Edene vê sibehê bi ser malan de girtin, di nav de zarok gelek kes hatin binçavkirin.  Kesên ku di serdegirtinên taxên Kuçukdikilî, Denizlî yên girêdayî Seyhanê de hatin binçavkirin birin Emniyeta Bajêr. Ji kesên ku hatin binçavkirin yek jê Mehmet Emîn Vural û B.E yê 16 salî ye.
WAN
Bi ser taxa Bostaniçî ya Îpekyoluya Wanê de, berê sibeha ji hêla tîmeên taybet ve, bi hevdemî operasyon li gelek malan hate kirin. Li gorî agahiyan gelek kes hatin binçavkirin, kesên ku hatin binçavkirin birin Midûrîyeta Emniyetê ya Bajêr.
Li hêla din, li Taxa Xaçortê jî bi ser malan de girtin, di serdegirtinê de kesekî bi navê Zekî Duman(21) hate binçavkirin.

BEDLÎS

Li Bedlîsê bi ser malan de girtin û Delegeya Bedlîsê ya KCD’ê Nevîn Îşlek û Halîs Demîr hatin binçavkirin û ew birin Midûrîyeta Emniyetê ya Bedlîsê. Polêsan li mala Hevserokê Bajêr ê DBP’ê Enver Barîn, Alîkarê Hevserokê Şaredariyê Orhan Arikbaşli û Hevserokê HDP’ê yê Navçeyê Sîdar Kandemîr lêgerîn kirin.
Her wiha Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr Necmettîn Arikbaşli, Hevserokê Navçeya Elcewazê Erkan Koçakli û rêveberên HDP’ê yên Elcewazê Maşallah Kesercî û Abdulkadî Toro ku di kontrola rê ya li ser rêya Tetwan- Adilcewazê de hatibûn binçavkirin, li Fermandariya Jandarma a Navçeya Xelatê têne girtin.

MÊRDÎN

Polêsan îro berê sibehê li Dêrika Mêrdînê bi ser du malan de girt, li taxa Tebebaxê. Di serdegirtinan de Hevserokê Navçeya HDP’ê yê Dêrikê Îzhan Avlar û xebatkara şaredariya Dêrikê Gulseren Yuzal hate binçavkirin. Nayê zanîn bê ka çima Avlar û Yuzal hatin binçavkirin, her du jî birin Midûrîyeta Emniyetê ya Navçeya Dêrikê.

AMED

Li Farqîna Amedê, berê vê sibehê polêsana bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçav kirin. Navên kesên ku hatin binçavkirin wiha ne: ‘’Necatî Yuzkan(33), Ibrahîm Fîdan(20), Îzzet Evruk(38), Yilmaz Yuzkan(23), Suat Güzel (20), Kadir Cesur (29), Mehmet Mehdi Yıldırım (20), Veysel Aksu (34), Mehmet Kızmaz (24)."

Tê gotin hijmara kesên ku hatine binçavkirin dibe ku zêdetir jî bin. Her wiha gelek kesên ku hatine binçavkirin hê navê wan diya nebûne.

IZMÎR

Li Izmîrê berê sibehê  bi hevdemî operasyona li gelek malan hate kirin. Di nav de rêveberên KURDÎ-DER, TAYD-DER jî, 11 kes hatin binçavkirin. Hevserokê KURDÎ-DER’ê  Alî Yalçinkaya, rêveberê TAYD-DER’ê Saît Yildirim, A.Barîn Baran, Ozgur Dîlek, Rüzgar Gokçen û 6 kesên ku navê wan nayê zanîn, birin Midûrîyeta Emniyetê ya Bajarê Izmîrê.