Kanar ji ANF’ê re axivî, got dozên kemîna siyasî ya rastî dozên KCK’ê ne. Kanar bal kişand ku desthilatdariya heyî û pratîka darazê dema mijar dibe Kurd û muxalîfên sosyalîst dîsa bi heman biryarê dikeve pey sepanînên kevin, ragihand ku wek dozên Ergenekon, Balyozê, pêwîst e dozên KCK’ê û çep nederbasdar bêne hesibandin û derhal biryara bereetê bê dayîn.
‘BÊHIQÛQIYA DOZÊN KCK Û ÇEP QAT BI QAT ZÊDETIR IN’
Hiqûqnas Ercan Kanar destnîşan kir ku feraseta sîstema hiqûqê ya heyî û pratîka darazê ya serwer ji ya berê ne cudatir e û wiha axivî; “Bi taybet di dozên Kurd û beşên çepgir de ji Kemalîstan heta dadger û dozgerên nêzî Cemaata Fethullah Gulen, heta vê pêvajoya ku pratîka daraza AKP’ê serwer e, her tim dustandardî çêbûye.” Kanar anî ziman ku derhiqûqiyên dosyayên KCK’ê ji yên dozên Ergenekonê û Balyozê qat bi qat zêdetir in, ragihand ku di dozên Ergenekon û Balyozê de jî bêhiqûqî çêbûne, mafê parastinê hatiye sînordarkirin, delîlên sûnî hatine afirandin, lê ev bêhiqûqiyên dozên KCK’ê û çepgir derketine lûtkeyê.
Kanar di berdewama axaftina xwe de hin mînakên bêhiqûqiya dozên KCK’ê dan û wiha pê de çû: “Lewre jî dozên kemînê yên rast dozên KCK’ê ne.
DEMA MIJAR DIBE KURD Û MUXALÎFÊN SOSYALÎST..
Kanar bi bîr xist ku piştî hewldana darbeyê gelek endamên darazê bi îdîaya endamên cemaatê ne hatin girtin, da xuyakirin ku di nav van endamên darazê de dadger û dozgerên ku dozên KCK’ê dimeşandin jî hebûn û çend mînak dan. . Kanar bal kişand ku desthilatdariya heyî û pratîka darazê dema mijar dibe Kurd û muxalîfên sosyalîst dîsa bi heman biryarê dikeve pey sepanînên kevin, ragihand ku wek dozên Ergenekon, Balyozê, pêwîst e dozên KCK’ê û çep nederbasdar bêne hesibandin û derhal biryara bereetê bê dayîn.
‘XALA DEMKÎ LI DERVEYÎ DESTÛRA BINGEHÎN E’
Kanar ragihand ku wek parêzer ev 2 sal in diyar dikin ku xala demkî ya piştre li qanûna ku Dadgehên Xwedî Rayeyên Taybet radike hatiye zêdekirin derveyî destûra bingehîn e, wiha dewam kir: “Ango gotina me ya bi salan di sedema vê qanûnê de hatibû destnîşankirin. Lê, tevî ev heye jî dema Meclîsê re derbas bû xalek hate pêvakirin. Di vir de jî êdî karên dadger û dozgeran derbasdar tê hesibandin û daraz ji cihê mane dîsa dikare dewam bike. Ev jî rêkûpêkêk derveyî ruhê qanûnê ye.”
‘PÊWÎST E DOZ DÎSA BER ÇAVAN BÊN DERBASKIRIN, BIRYARA BEREETÊ BÊ DAYÎN!’
Kanar bi bîr xist ku ji bo sererastkirina vê xala demkî ya di dozên KCK’a Stenbolê û dozên Çapemeniya KCK’ê de serlêdan kirine û wiha dewam kir: “Lê mixabin, heta niha Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryara xwe ranegihandiye.” Kanar der bir ku divê di pêvajoyek wisa de demildest biryara xwe ragihîne, wiha pê de çû: “Pêwîst e AYM li gor nêrîna me biryarê bide. Eger biryar ne wisa be jî, divê dadgehên xwecih rewşa heyî bidin ber çavan. Eger ev dozger û dadger wek hiqûqnasan tevnegeriyabin, li gor daxwaz û îradeya cemaatê ketibin nav tevgerê, wê demê divê dozên heyî di ber çavan re bên derbaskirin, biryara bereetê bê dayîn.”
‘QASÎ CEMAATÊ AKP’E JÎ BERPIRS E!’
Kanar anî ziman ku di van bêhiqûqiyan de qadê cemaatê berpirsiyariya desthilatdariya AKP’ê jî heye, destnîşan kir ku desthilatdarî dixwaze her tiştî bi serê cemaatê berde û xwe rizgar bike, lê wê ev nebe. Kanar bi lêv kir ku ewqas karên li ser navên dewletê hatine kirin ne li qahwexaneyekê hatine kirin, got dema ev kar hatine meşandin kî li ser desthilatdariyê be berpirsiyariyên wan ên hiqûqî û siyasî jî hene. Kanar di giştî bêhiqûqiyan de bal kişand ser rola hem cemaat hem jî desthilatdariyê û got: “Desthilatdariya AKP’ê bi xwe cudahiya hêzan binpê kiriye û bi şêwazekî dozgeriyê nêzî xwe bûne. Lewre jî berpirsiyariya hiqûqî ya desthilatdariyê jî heye û pêwîst e yên di wê demê de bi van karan mijûl bûne jî li ber darazê hesab bidin.”