BI DÎMEN

Li Londonê ji bo azadiya Ocalan gel dakete qadan

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Ingilîstanê, Londonê tê şermezarkirin.

 

Çalakiya lezgîn ku bi pêşengtiya Meclîsa Gel a Kurdan pêk hatî, piştî ku daxuyanî li ber parlamentoya Ingilîstanê hate xwendin, gel ber bi bînahiya navendê ya Partiya Mihefezekar ve meşiya.
Ji ber ku bînahiya Partiya Mihefezekar milkê taybet bû, destûr hate dayin ku du nûnerên rayedar hevdîtinê bikin. Hevseroka Meclîsa Gel a Kurd Evrîm Yilmaz û ji berdevkê Ciwanên Azad UK’ê Elîf Sarican, ji partiyê xwestin ku ew dixwazin bi bi rêveberên paya bilind re hevdîtinê bikin.
Di tevahiya çalakiyê de, dirûşmên wekî ‘’Terorîst Turkiye’’, ‘’Êrîşên faşîst ên bi ser Kurdistanê de rawestînin’’ hatin berzkirin.  Danezanên têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi ingilizî hatin belavkirin.