Dozger dixwaze Demîrtaş û Onder bi 5 salan cezayê girtîgehê ceza bike

Dozgeriya Tirk xwest, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder bi 5 salan cezayê girtîgehê werin cezakirin.

Piştî rabûna destlênedana wekîlan der barê Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Wekîlê HDP’ê yê Enqerê û Berdevkê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder doz hate vekirin. Li hemberî  Demîrtaş û Onder, bi hinceta  axaftina wan a li mîtîngê ya 17’ê Adara 2013’an li Zeytînbûrnûyê, ji hêla Serdozgeriya Komara Bakirkoyê ve, bi îdîaya ku "propagandaya rêxistina terorê kirin", fezleke hate amadekirin.

Di doznameyê de her çendî azadiya derbirînê ya Demîrtaş û Onder hatibin hedefgirtin jî, tê parastin ku di Peymana Mafên Mirovan de azadî ne bêsînor e.

Bi hinceta ku "propagandaya rêxistina terorê kirine" dozgeriya Tirk xwest, Demîrtaş û Onder ji salekê heta 5 salan bi cezayê girtîgehê werin cezakirin.

Doznameya ji 2. Dadgeha Cizayê Giran a Bakirkoyê re hate şandin, di qonaxa lêhûrbûnê de ye.