Edeneyê nobeda ‘Azadiya Ocalan’

Çalakiya nobedê ya ku bi şiyara ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî li bajarê Çelê dewam dike. Çalakiya ku li Hatayê destpêkir, wê 14’ê Tebaxê li Edeneyê start bê dayîn.

Nobedên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Abdullah Ocalan bi şîara "Ji Ocalan re azadî" hatiye destpêkirin li Hatayê jî dest pê kir. Li navçeya Îskenderunê bi pêşengiya HDP'ê çalakî hat destpêkirin û wê her şev saet di navbera 20.00-22.00'yan ji bo Ocalan nobed bê girtin. Di nobeda ku duh şevê hat girtin de gel eleqeyeke mezin nîşan da. Gelek kes beşdarî nobeda ku li ber avahiya Nûnertiya HDP'ê ya Taxa Buluttepeyê hat girtin bûn. 

Di nobedê de pankartê "Ne darbe ne Rewşa Awarte, çareserî Komara Demokratîk" "Fikrên Ocalan ji bo Tirkiyeyê girîng e" hatin daliqandin û dirûşmên "Bijî Serok Apo" "Ocalan hinceta me ya şer û aştiyê ye" "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

EDENE

Li Edeneyê jî ji bo Ocalan wê bi pêşengiya sazî û dezgehên Kurdan di 14'ê Tebaxê de nobeda yekem bê destpêkirin. Nobed wê li Meclîsa Gel a Firatê ya li navçeya Seyhanê saet di 18.00'an de dest pê bike. Ji bo nobedê xebat bênavber didome.