Çapemeniya dinyayê rizgariya Minbicê tevlî kêfxweşiya gel dît
Çapemeniya dinyayê azadkirina Minbicê ya ji çeteyan li gel kêfxweşiya gel par ve kir û ragihand.
Çapemeniya dinyayê azadkirina Minbicê ya ji çeteyan li gel kêfxweşiya gel par ve kir û ragihand.
Li Minbicê kêfxweşiya gel a ji bo rizgarkirina Minbicê ya ji destê çeteyên DAÎŞ’ê û beza gel a ber bi şervanên azadiyê ve- Minbic ku ji hêla Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve, piştî têkoşîna 73 rojan hatibû rizgarkirin- bûbû derbirîna herî berbiçav a bêrîkirina li azadiyê.
Hema hema çapemeniya hemû dinyayê jî wêneyên hembêzkirina zarok û yixtiyaran a şervanên azadiyê, yên kesên ku bi meqesan riha xwe kurt dikirin par ve kirin. Yek ji wêneyê ku kovara Der Spîegelê par ve kirî, ew kêliya kişandina çixareyê ya jineke yixtiyar bû. Der Spîegelê wêneyê jina yixtiyar ku çixare dikêşe û ji hêla Reutersê ve hatibû par ve kirin, bi nîşeya, ‘’kêşane çixareyê DAÎŞ’ê qedexe kiribû- ev jin êdî hewceyî nîn e ku ji vê qedexeyê bitirrse’’ par ve kir.
Rojnameya Le Monde ya Fransayê jî, jineke ku piştî pê hisiya bajar rizgar bûye û ya kelogirî bûbû ku xwe avêtibû hembêza şervaneke HSD’ê par ve kir. Di heman nûçeyê de, wêneyê ciwanekî ku riha xwe kurt dikir û kêfxweş bû, li bisêklêta xwe siwar dibû derxiste pêş. Le Mondeyê sernava ‘’Li dijî DAÎŞ’ê serkeftina mezin’’ bi kar anî.
BBC ya Ingilîz jî şervana QSD’ê ku ber bi sivîlan ve dibeziya û rahiştibû zarokekê û jineke Minbicî ku ji kêfan digiriya par ve kir. Di nûçeyê de sernava, ‘’Şêniyên bajêr rizgariya Minbicê pîroz dikin’ bi kar anî. Di heman nûçeyê de wêneyên jinên ku li ser pîkabê kêfxweş dibûn jî hate parvekirin. The Telegraphê jî sernava ‘’Rizgarkirina Minbicê di şerê domdirêj ê li dijî DAÎŞ’ê de gaveke mezin’’ bi kar anî. Wêneyê du jinên ku di destê wan de zarok ku ji kêfan digirîn û jienek ciwan a devliken ku ber bi şervanên HSD’ê ve dibeziyan derxiste pêş.
MARÎANNE: DAWIYA ‘XÎLEFETA’A DAÎŞ’ê
Yek ji kovara çepgir a navdar a Fransayê Marîanne jî têkildarî rizgarkirina Minbicê wêneyên şervanên Kurd par ve kir û diyar kir, piştî Minbicê ku El Bab jî bieve, hemû rêyên derbasbûnê yên di ser Tirkiyê re wê werin birîn. Kovarê got, windakirina Minbicê ji bo çeteyên DAÎŞ’ê ne ‘windbûna kêliyekê ye’ û got, ‘dibe ku dawî li xîlefeta DAÎŞ’ê ya li Sûriyê bîne.’’
Malpera Îcî Radîo ya ku li Kanadayê weşanê dike wêneyê jinên ku li ser pîkabê kêfxweş dibûn par ve kir. Dîsa wêneyê jina yixtiyar ku bi kêfxweşî çixareya xwe dikêşe û sembola serkeftinê bû par ve kir.
Rojnameya navdar a Kurîer a Awûstûryayê jî sernava ‘’Minbic: Mirov azadiyê pîroz dikin’’ bi kar anî. Di nûçeyê de hate gotin, gelê sivîl bi rizgariya Minbicê ‘aram bûye’’ û ji kêfan xwestina ku riha xwe jê bikin.