Ciwanan azadiya Ocalan xwestin, serkeftina Minbicê jî pîroz kirin
Ciwanên Kurdistanî yên ku li Ewropayê dijîn, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin, serkeftina Minbicê jî pîroz kirin. Ciwanan diyar kir ku heta Ocalan azad bibe wê çalakiyên xwe dewam bikin û banga berxwedanê li hemû ciwanan kirin.
ANF
NAVENA NÛÇEYAN
şemî, 13 gelawêjê 2016, 10:31
Ciwanên Kurdistanî yên ku li Ewropayê dijîn, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin, serkeftina Minbicê jî pîroz kirin. Ciwanan diyar kir ku heta Ocalan azad bibe wê çalakiyên xwe dewam bikin û banga berxwedanê li hemû ciwanan kirin.
BERLÎN
Ciwanên Rojavayî yên ku li bajarê Berlîn ê Elamanyayê, ciwanên Azad ê Berlîn û Kurdistaniyan, azadkirina Minbicê pîroz kirin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî şermezar kirin.
Çalakî li yek ji cihên ku sembola bajêr li ber deriyê Brandenbûrg hate lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Berxwedana YPG/YPJ’ê”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan nabe” qîr kirin. Girseyê rizgarkirina Minbicê bi govendê pîroz kirin, her wiha li dijî tecrîdê jî bertekê xwe nîşandan. Hunerme d Bangî Agirî jî beşdarî çalakiyê bû.
RÛSSELSHEIM
Li bajarê Russelsheîm ê Elmanyayê ciwanên Kurd tecrîda li ser Ocalan proteto kirin.
Ciwanan li ser pira hatûçûnê pankarta “Ji Ocalan re azadî” dalqandin, êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdistanê jî şemezarkirin.
Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn û diyar kir ku heta Rêbertiya wan azad bibe wê çalakiyên xwe dewam bikin, banga berxwedanê li tevahî ciwanan hate kirin.
CREIL
Li bajarê Creîl ê Fransayê endamên Ciwanên Azad û Kurdistanî, bi konvoyekî wesayîtan azadkirina Minbicê pîroz kirin.
Piştî konvoya wesayît ciwan û Kurdistaniyan li qada bajêr bi govendê pîrozkirin berdewam kirin.
Pîrozbahî heta derengiya şevê dewam kir.
CHARLEROÎ
Li bajarê Charleroî yê Belçikayê endamên Ciwanên Azad çalakiyekî bi pankartan lidar xistin. Di çalakiyê de daxwaza Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Ciwanan pankarta “Azadiya Abdullah Ocalan,Azadiya Me Ye” daliqandin û bi yek dengî dirûşmên mîna “ Bijî Serok Apo”, “Ji Ocalan Re Azadî” û “ Bê Serok Jiyan Nabe” qîr kirin.