Kurdên li Ewropayê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêzeçalakî li dar xistin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
şemî, 13 gelawêjê 2016, 07:29
VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ciwanên Kurd ji bo balê bikşînin li tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Navenda Viyana ya ORF ku kanala dewleta Awûstûrya ye dagir kirin.
Li ser daxwaza çalakvanan, şêwirmendê çapemeniyê yê ORF’ê li çalakvanan guhdar kir. Ciwanan têkîldarî rewşa Ocalan rayedarên kanalê agahdar kirin.
Piştî çalakî bi dawî bû, polîsê Awûstûryayê nasname kontrol kirin.
HAMBURG
Ciwanên li bajarê Hambûr ê Elmanyayê, Dêra Sankt Mîchaelîs dagir kirin, li kuleyê pankart daliqandin. Di çalakiyê de ku bi daxwaza derhal tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe hate lidarxistin, posterê mezin ê Ocalan hate daliqandin.
Çalakiya ku nêzî saetekê dewam kir, bi destwerdana polîsan bi dawî bû. Ciwanên ji dêrê derketin ji hêla kesên derdor ve bi çepikan hatin pêşwazîkirin.
SALZGITTER
Kurdistaniyên li bajarê Salzgitter/Lebenstedt ê Elmayayê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xistin.
Girse ya ku saet 16.30’an li qada Stadtmonûment kom bû, pankarta “Ji Ocalan Re Azadî Ji Kurdistanê Re Statu” vekirin.
Di çalakiyê de ku belavokên Elmanî hatin belavkirin, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Terorîst Tirkiye” hatin berzkirin.
AURICH
Li bajarê Aurich ê Elmanyayê jî Meclîsa Jinê ya Viyan heyetek saz kir û serdana Rojnameya Ostfrisienachriten kir. Jinên Kurd dosyaya agahdarkirinê ya têkîldarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan amade kiribûn pêşkêş kirin, banga hestiyariyê li rojnameyê kirin.
GÄVLE
Li bajarê Gävle yê Swêdê jî Komîsyona Ciwanan a NCDK’ê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bîsîklet ajotin.
Komek ciwan, êleg û alên ku wêneyên Ocalan lê ne girtin, nêzî 10 kîlometreyan rê çûn, gihiştin jiyangeha bi navê Valbo. Ciwanan li vir li ber AKP’ê belavokên têkîldarî tecrîdê û qetlîamên dewleta Tirk vedibêjin belav kirin, piştre dîsa bi bîsîkletan vegeriyan Gävle.
Çalakiya ciwanan ji hêla ajokar û gel bi eleqeyek mezin hate temaşekirin.
LONDON
Li Londonê jî ji bo azadiya Ocalan çalakî didomin.
Di çalakiya lezgîn de ku bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanya hate amadekirin, girse li ber parlamentoya Îngîlîzan kom bûm. Dema dirûşme dihatin berzkirin, komek faşîstên Tirk pêşî li çalakvanan girtin. Ev bi hişyarkirinê ji qada çalakiyê hatin dûrxistin.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn, ber bi avahiya navendî ya Partiya Mûhafazakaran a Îngîlîz ve meş hate lidarxistin.
ST GALLEN
Meclîsa Jinê ya Asrin Denîz a li St.Gallen ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji CPT’ê re faks şand.