‘Ji bo xwedîderketina Rêbertiya xwe em ê li qadan bin’

Parlamentera HDP’ê Çaglar Demîrel diyar kir ku wê di çarçoveya kampanya “Ez xwedî li Rêbertî, ax, azadiya xwe derdikevim” de daxwazên xwe yên azadî û demokrasiyê qêr bikin, tevahî beşên hestiyar dawetî destekkirina kampanyayê kir.

Di pêşengtiya KJA de ji bo balê bikşînin ser tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hilweşîna bi destê dewleta Tirk li qadên xwerêveberiyê pêk hatine, di çarçoveya kampanya “Ez xwedî li Rêbertî, ax, azadiya xwe derdikevim” li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê xebatan destpê kirin.

Wekîla Hevseroka Koma HDP’ê Çaglar Demîrel ragihand ku armanca kampanyaya di pêşengtiya KJA’yê de ew e ku balê bikşîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rastiya şerê li Kurdistanê û wiha dom kir: “Tecrîda ji 5’ê Nîsanê ve li ser Birêz Abdullah Ocalan dewam dike, piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê hewldana darbeya desthilatdariyê û herî dawî jî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê ku Birêz Ocalan gotibû, fikarekî mezin daye avakirin. Tevî hemû hişyarî û pêşdîtinên Ocalan jî hikûmeta AKP’ê Mûtabakata Dolmabahçeyê tine hesiband, pêvajoya çareseriyê bi dawî kir û ji ser konsepta şer pêvajoyek nû da destpêkirin. AKP’ê di çarçoveya vê konsepta şer de bi artêşa re li Kurdistanê hilweşînên mezin kir, qetlîam kirin, di serî de Kurd, ji bo karibe beşên demokratîk û muxalîf bêbandor bike, tasfiye bike jî bi operasyonên binçavkirinê ve bingeh ji darbeyê re amade kir. Li ser vî esasî jî li şûna têkoşîna bi darbekaran re, desthilatdariya AKP’ê OHAL îlan kir, bi biryarnameyên di hikmê qanûnê de tecrîda li ser Birêz Ocalan şidand, tiştê ku darbekaran xwestin bikin bi destê xwe xistin meriyetê.”

YEKANE RÊYA DEMOKRATÎKBÛYIN Û ÇARESERIYÊ MUZAKEREYÊN BI OCALAN RE YE

Demîrel bal kişand ku ji bo fikarên êvara 15’ê Tirmehê pêk hatin ku divê raya giştî bizanibe çi li Îmraliyê qewimî ye, pêwîst e parêzer û malbat Birêz Ocalan bibînin, wiha pê de çû: “Divê ti kes bila nebêje em ê bi daxuyaniyan têr bibin û rûnin, bi ti şêweyî ev daxuyanî ne têrker in, ji ber ku beriya niha jî digotin ti pirsgirêk nîne, lê hevdîtin pêk nedihatin. Eger pirsgirêk nîn be wê demê çima destûra hevdîtina bi Birêz Ocalan re nayê dayîn? Di vê çarçoveyê de me di pêşengiya KJA de kampanya “Ez xwedî li Rêbertî, ax, azadiya xwe derdikevim” da destpêkirin. Em bawer dikin ku ev kampanya wê bi tevlîbûna ji tevahî gelan ve mezin bibe, ji ber ku Birêz Ocalan ne ji bo gelê Kurd tenê, ji bo tevahî gelên cîhaê bi daxwaza wekhevî, azadî û demokrasiyê tevdigere. Ji ber vê jî yekane rêya demokratîkbûyin û çareseriya li Tirkiyeyê wê bi pêvajoya çareserî û muzakere ya di pêşengiya Birêz Ocalan de mimkûn be.”

 ‘DI ÇARÇOVEYA KAMPANYAYÊ DE EM Ê ÇALAKIYÊN CUR BI CUR PÊK BÎNIN’

Demîrel bombeyên li Pirsûs, Amed û Enqereyê teqiyan bi bîr xist, got; “Piştî bombeyan, hêzên dewletê yên ku bi zirxê bê sînor ê AKP’ê ve li Cizîr, Sûr, Nisêbîn qetlîam kirin û qirkirin hedef kirin, wehşetek mezin pêk anîn. Lê hovîtiya wan çiqasî mezin dibe bila bibe, gelê Kurd careke din îspat kir ku wê serî li ber zilmê netewîne. Hêzên dewletê yên tiştên dixwestin li Kurdistanê nîkarîbûn pêk banîna, vê carê jî bi hewldana darbeya li dijî gelên Tirkiyeyê ve xwestin planên xwe bixin meriyetê. Wek nerazîbûnek li dijî van tevahiyan, ev kampanya me çêbû. Em di çarçoveya kampanyayê de bi aktîvîteyên mîna panel, mîtîng, hevpeyvînan biçin cem gel, li dijî bûyeran em ê bertekên xwe li qadan bînin ziman.”

EM BEŞÊN DEMOKRATÎK DAWETÎ XWEDÎDERKETINA KAMPANYAYÊ DIKIN

Demîrel destnîşan kir ku tevî hovîtî û hilweşîna li Kurdistanê hate meşandin jî gelê Kurd dest ji xaka xwe bernedaye, wiha bi dawî kir: “Yek ji tiştên ku em dixwazin di çarçoveya vê kampanyayê de bidin ber çavan jî ew e ku mirovên bawerî bi mafdarbûyina vê dozê anîn, dest ji xaka xwe bernedan û dixwazin ji nû ve jiyanê ava bikin. Li ser vî esasî em tevahî beşên xwe dispêrin mafên mirovan û demokrasiyê û raya giştî ya navneteweyî dawet dikin ku destekê bidin kampanya me, xwedî li Birêz Ocalan û axên hatine dorpêçkirin derkevin.”