BI DÎMEN

Li Parîsê bi hezaran kes ji bo Ocalan meşiyan

Li paytext Parîs a Fransayê, bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bikin meş û mîtîng lidar xistin.

Çalakiya ku li ser banga Însyatîfa Gel a Kurdistan a Parîsê, NCKD’ ên li Parîs û derdorî wê, saziyên mîna ACTÎT, ATÎK û FEDA beşdarî kirin. Meşa girseyî di saet 16:00’an de ji Qada Repûblîqûe destpêkir. Kurdistaniyan bal kişand ser rewşa Ocalan, di tevahiya meşê de dirûşmên piştgirya bi Kurdan û têkildarî rewşa Ocalan hatin qîrkirin.

Di meşa ku belavokên ku bi Fransî hate xwendin û belavkirin, piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê û şûn de ti agahî ji Ocalan nehatiye girtin û ji vê rewşê pir bi fikarin. Di meşê de pankartên mîna “Rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sedema şer e” û “Bimre Komploya Navneteweyî, bê bersiv namîne” hilgirtin, heta Bulwara Magenta dirûşma “Azadî Ji Ocalan Re” qîr kirin.

Li yek ji garên herî mezin a Parîs Gar de lest mîtîngek hate lidarxistin. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Di mîtîngê de serkeftina Minbicê jî hate silavkirin.

Di mîtîngê de li ser navê Tevgera Jinan a Kurd ên Ewropa Zozan Serhat axivî û wiha anî ziman: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xala me ya herî zirav û hesas e. Heta ku em agahî ji Rêberê xwe bigirin wê çalakiyê me dewam bikin. Bi taybet ciwan û jinên ku li Ewropa dijîn heta ku Rêbertiya xwe azad bikin wê her tim li qadan bin.”

Di axaftinên nûnerên saziyên sosyalîs ên çep ê Demokrat jî bal kişand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd çiqasî girîng e, destnîşan kir ku divê bi lezgîn dawî li tecrîdê bînin.

Mîtîng bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” ve bidawî bû.

 

...