Balûken: Helwesta ku HDP’ê veder dike, hatiye wê astê ku êrîşê bînin ser HDP’ê

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken li meclîsê daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Helwesta ku piştî hewldana 15’ê Tîrmehê HDP veder dikir, niha jî hatiye wê astê ku êrîşê bînin ser HDP’ê."

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken têkildarî vederkirina HDP’ê û operasyona polîsan a bi ser Rêxistina Bajêr a Stenbolê a HDP’ê, li Meclîsê daxuyaniyek da.

Balûken diyar kir, di şexsê HDP’ê de, di serî de Kurd û civaka Elewî, li Tirkiyê bi ser hemû gel, bawerî, beşên civakê yên çewisandî û vederkiriyan de polîtîkayên cihêkar, ji hêla eniya nîjadperest ku bi destê Erdogan û hikûmeta AKP’ê ve hatiye çêkirin bi awayekî bêperwa tê meşandin û got, "Ev polîtîkaya vederker a bi ser HDP’ê de heya niha li nav raya giştî bi berfirehî hate nîqaşkirin. Tevlênekirina li civîna lîderan a hevserokên me, di xebatên avakirina destûra nû de, di ziyaretên Serokwezîr Bîanlî Yildirim de, li derve hiştina HDP’ê ya ji vê pêvajoyê mixabin nêzîkatiyeke pir taloke ye."

'BI HIQÛQA DIJMIN ÊRÎŞ BIRIN SER AVAHIYA ME YA STENBOLÊ'

Balûken da xuyakirin, ku ev helwest şaş in û di zûtirîn demê de divê dev ji van polîtîkayan berdin, pêdiviya Tirkiyê ya ku ji xwe li ser êgir e lihevkirin e û got, ev ji hêla wan ve heya niha gelek caran hatiye gotin. Balûken wiha pê de çû, "Lê mixabin, li şûna ku dev ji van polîtîkayan berdin, berovajî vê, bi nîşandana Erdogan li hemberî HDP’ê pêleke nû ya êrîşan dest pêk iriye. Ango helwesta ku HDP’ê li der dihêle ya piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê, êdî ketiya qonaxa ku êrîşê bînin bi ser HDP’ê de. Herî dawî bi hiqûqa dijmin bi ser bînahiya me ya Stenbolê de girtin."

'HIŞMENDIYA ERDOGAN BI YA DARBEKARAN RE YEK E'

Balûken diyar kir, bombekirina meclîsê ya darbekaran û hewldana wan bêbandorkirina meclîsê kîjan hişmendiyê dinimîne, talîmatdayina Erdogan, hedefkirina wekîlên HDP’ê jî têne heman wateyê. Balûken bi bîr xist,darbekaran ji bo parlamenterên wê werin girtin û binçavkirina lîsteyeke çêkiribûne. Balûkên bi bîr xist, karê ku darbekaran nîvco hiştiye, Erdogan bi heman hişmendiya darbekaran dixwaze heman tiştî bike û wiha berdewam kir: "Heman hişmendiyê niha bi tayînkirina qeyûman a bi ser şaredariyan de ya di Komîsyona Plan û Bûtçeyê û beralîkirina meclîsên şaredariyan nîşan dide. Ji peywirê girtina serokwezîrekî û li şûna wî danîne karmendekî çi be, ji peywirê girtina şaredarekî jî wiha ye. Bêbandorkirina meclîsê çi be, beralîkirina hemû xebatên meclîsa şaredariyê jî ew e.

'BILA HDP’Ê Û ÇETEYAN TEVLÎ HEV NEKIN'

Em dengê xwe hem li Erdogan û hem jî li AKP’ê dikin; bila HDP’ê bi avaniyê çete re, yên derî zagon, ne rewa, ku dixwazin dewletê bi dest bixin, tevlî hev nekin. Em têkoşîneke mafdar û rewa, bi rûmeteke mezin didin. Eger bikevine şaşîtiyeke wiha û van êrîşan bidomînin, li pêşberî xwe wê berxwedaneke mezin bibînin. Em careke dî bi bîr dixin ku gelên me wê destûrê nedin faşîzma ku Erdogan dixwaze pêk bîne. Hê ku rê nêzîk e bila ji vê şaşîtiyê vegere."