Tecrîd li Rûsyayê hat şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji aliyê Kurdistaniyên li Yarşovê dijîn ve hat şermezarkirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji aliyê Kurdistaniyên li Yarşovê dijîn ve hat şermezarkirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji aliyê Kurdistaniyên li Yarşovê dijîn ve hat şermezarkirin.
Kurdistaniyên li navçeya Yarşov a bajarê Saratov ê Federasyona Rûsyayê dijîn, daxuyaniyek dan çapemeniyê û tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Daxuyanî bi pêşengiya Otonomiya Çanda Kurd a Saratovê ve hat dayîn û ji aliyê rêveberê otonomiyê Yakûp Hamîdov ve hat xwendin.
Hamîdov li pêşiya Navenda Çanda Kurd axivî û bal kişand ser nîjadperestiya AKP li hemberî Kurdan dike. Hamîdov diyar kir, ev yek ji bo hemû gelên li herêmê xeteriyeke mezin e û destnîşan kir, ku êrîşên siyasî û nîjadperestî yên piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê rû dan, Tirkiyeyê dixe rewşeke veger jê nîne.
Hamîdov bal kişand ser fikarên gelê Kurd ên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Tecrîda ev sal û nîveke li hemberî Rêberê me tê meşandin, ku êrîşeke li dijî mirovahiyê ye, sebra me Kurdan difûrîne. Divê dewleta Tirk vê tecrîdê derhal rake û bihêle Heyeta Îmraliyê biçe giravê. Ji bo qedandina van pêkanînên nîjadperest û faşîst, di serî de Rûsya divê hemû hêzên navneteweyî bikevin dewrê. Gelê Kurd bi tenê nîne û xwedî wê hêzê ye, ku xwe bi xwe bi rê ve bibe."
Piştî daxuyaniyê girseya gel dirûşma "Bijî Serok Apo" û "Bijî Kurdistana Azad" qîriya.