‘Ji bo avakirina pêşeroja xwe ya hevpar em hatin cem hev’
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ozgen ku di Yekîtiya Hêzê ya Ji Bo Ked û Demokrasiyê de cih digire, diyar kir ku ji bo karibin siberoja hevpar ên li derve hatine hiştin ava bikin li hev civiyane.
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ozgen ku di Yekîtiya Hêzê ya Ji Bo Ked û Demokrasiyê de cih digire, diyar kir ku ji bo karibin siberoja hevpar ên li derve hatine hiştin ava bikin li hev civiyane.
Yekîtiya Hêzê ya Ji Bo Ked û Demokrasiyê wek xebata destpêkê wê li tevahî bajaran yekîtiyên xwecihî ava bike, di 1’ê Îlonê de jî gelek bajar wê ji bo aştiyê dakevin kolanan. Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ozgen ku di Yekîtiya Hêzê ya Ji Bo Ked û Demokrasiyê de cih digire, diyar kir ku ji bo karibin siberoja hevpar ên li derve hatine hiştin ava bikin li hev civiyane.
Yekîtiya Hêzê ya Ji Bo Ked û Demokrasiyê bi civînek çapemeniyê ya li Enqereyê ve duh damezirandina xwe ragihand. Di Yekîtiyê de DÎSK, KESK, TMMOB, TTB, DBP, Partiya Şoreşger, EMEP, Partiya Tevgera Kedkaran, Partiya Sosyalîst a Bindestan, Partiya Demokratîk a Gelan, Partiya Kedkaran a Sosyalîst, Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst, Partiya Keskan û Siberoja Çep, Kongreya Demokratîk a Gelan Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî, Halklevleri, Komaleya Mafên Mirovan, Weqfa Haci Bektaşi Velî, Komaleyên Pîr Sûltan Abdal, Federasyona Elewî-Bektaşî û Komaleyên Elewiyên Demokratîk cihê xwe digirin.
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen hedefên Yekîtiya Hêzê ji ANF’ê re vegot, wiha axivî; “Wek hêzên ked û demokrasiyê yên vî welatî, em li dijî faşîzm, darbeyan û OHAL’ê li hev kom bûn.”
Ozgen bi bîr xist ku xebatên Yekîtiya Hêzê di destpêka Adarê de dane destpêkirin û ji ber hewldana darbeyê jî heta vê rojê maye, got; “Li dijî sazîbûna sîstema faşîzan, dîktatoryal, yekzilamî ya beriya hewldana darbeyê destpê kir, em wek ên li derve hatine hiştin, me ji bo hevparkirina daxwazên xwe yên ked, demokrasî, wekhevî, edalet, aştî û laîktiyê hatin cem hev. Piştî hewldana darbeyê jî bi îlana OHAL’ê re hiqûqa darbeyê û sepanînên darbeyê ketin meriyetê.”
‘HIQÛQA DARBEYÊ DI DEWRÊ DE YE’
Ozgen bal kişand ku hikumet di bin nave ‘têkoşîna bi darbeyê re’ bi giştî xebatên sepanînên darbeyê dike, bi taybet tasfiyekirina di qada gelemperî de bi bîr xist, wiha domand; “Tevahî beşên muxalîf xistine hundirê kîs. Bi hinceta darbeyê jî hedef dikin ku li welêt faşîzmê bi sazî bikin hem jî wek sazî hem jî siyasî û şêwazê rêveberiyê li gor xwe bi şêwe bikin.”
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen destnîşan kir ku tevahî saziyên di nav Yekîtiya Hêzê ya Ji Bo Ked û Demokrasiyê de cih digirin ji ber darbeyê bedelên mezin dane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi biryarnameyên di hikmê qanûnê de û OHAL’ê ve sazbûnek civakî ya demokratîk çênabe.”
1’Ê ÎLONÊ WÊ JI BO AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ ÇALAKÎ BÊN LIDARXISTIN
Ozgen ragihand ku ji bo avakirina siberojek hevpar û di çareseriyên tevahî pirsgirêkên civakî de çalak bin hatine cem hev.
Li gor agahiyên ku Ozgen dane, wek xebata destpêkê wê li tevahî bajaran yekîtiyên xwecihî ava bike, di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de jî li gelek bajaran wê aktîvîteyên aştiyê bên lidarxistin.
Ozgen diyar kir ku di 1’ê Îlonê de wê li dijî darbe û OHAL’ê daxwazên xwe yên aştî û demokrasiyê hevpar bikin, wiha dawî li axaftina xwe anî; “Piştî 1’ê Îlonê jî em ê bernameyek têkoşînê ya giştî ji raya giştî re ragihînin û têkoşîna xwe bidomînin.”