OTSP: Em ê destûrê nedin darbeya Rewşa Awarte bi ser girtiyan de
OTSP’ê li hemberî zext û xespkirinan heqên girtiyan ku piştî hewldana darbeyê bi Rewşa Awarte re zêde bûne, li ber Girtîgeha Dorlêgirtî ya Jinan a Bakirkoyê daxuyaniyek da.
OTSP’ê li hemberî zext û xespkirinan heqên girtiyan ku piştî hewldana darbeyê bi Rewşa Awarte re zêde bûne, li ber Girtîgeha Dorlêgirtî ya Jinan a Bakirkoyê daxuyaniyek da.
Endamên OTSP’ê diyar kirin, bi Rewşa Awarte re rojên hevdîtinên yên bi hevalên wan re hatine rakirin, di dema sirgûnkirinê de êşkence li wan tê kirin, heqê wan ên pirtûk û kovaran tê xespkirin û gotin, ‘’Em ê destûrê nedin darbeya Rewşa Awarte a bi ser girtiyan de.’’
Endamê Platforma Dengê Girtî û Nemiran( OTSP) ku li ber Girtîgeha Dorlêgirtî ya Jinan a Bakirkoyê hatin cem hev, têkildarî zext, êşkence û destdanîna li ser heqan a ku Rewşa Awarte re zêdetir bûye, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ku nasên girtiyan jî amade bûn pankarta bi navê, ‘’Em ê destûrê nedin darbeya Rewşa Awarte a bi ser girtiyan de’’ hate vekirin. Hemûyan bi hev re dirûşmên wekî, ‘’Girtiyên şoreşger rûmeta me ne’’, ‘’Girtiyên şoreşger radest nabin’’, ‘’ji sepanîna Rewşa Awarte ya bi ser girtiyan de, êdî bes e’ hatin berzkirin. Meta Dîlek Arsû ya ku di girtîgeha Bakirkoyê de ye, Hanîfe Yildiz axivî.
Yildiz got, piştî hewldana 15’ê Tîrmehê, bi ragihandina Rewşa Awarte re heqên girtiyan bi temamî hatine sînordarkirin û got, ‘’Axaftina bi telefonê tê qedexekirin, pirtûkan nadin. Ev mirov jixwe di girtîgehê de hûn çi ji wan dixwazin’’ û berteka xwe nîşan da. Yildiz got, ev destdanîna li ser heqan û êşkene fikaran bi nasên girtiyan re û malbatên wan re çêdike û diyar kir, ew ê her li cem girtiyan cihê xwe bigirin.