Friedrich Merz di tûra yekem de bi ser neket
Li Elmanyayê serokê muhafezeker Friedrich Merz di tûra yekem a dengdana li Bundestagê de nekarî 316 dengên hewce bistîne û bi ser neket.
Li Elmanyayê serokê muhafezeker Friedrich Merz di tûra yekem a dengdana li Bundestagê de nekarî 316 dengên hewce bistîne û bi ser neket.
Merz ji 621 dengên derbasdar bes 310 standin. Li meclîsa ku ji 630 parlementeran pêk tê, ji bo piraniya mutleq hewce ye 316 deng werin standin.
Li gel koalîsyona partiya muhafezeker CDU ku di hilbijartinên meha Sibatê de bi ser ket, û partiya çepgir SPD dihat payîn ku Merz were hilbijartin. Lê belê derket holê ku Merz ji eniya xwe piştevaniyeke tam wernegirtiye.
Ji bo diyarkirina serokê hikûmetê yê nû wê dengdaneke din were kirin. Ger di tûra duyem de jî piraniya mutleq neyê bidestxistin wê piraniya heyî encamê diyar bike.
Sedemên vê encama biserneketinê weke kêmbûna popularîteya Merz a di nava civakê de û nîqaşên di nava partiya muhafezeker de tên nîşandan. Bi taybetî jî pêngava têkildarî hêsankirina qaîdeyên deynên giştî bûbû sedem ku hin aliyên muhafezeker nerazîbûnên xwe nîşan bidin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ger Friedrich Merz di tûra duyem de piraniya dengan bistîne wê ji aliyê Serokkomar Frank-Walter Steinmeier ve bi awayekî fermî weke 10’emîn serokê hikûmeta Elmanyayê were tayînkirin.