FEDA’yê ji bo azadiya Ocalan banga çalakiyan kir
Federasyona Elewiyên Demokratîk bang li tevahî komên Elewî, Kizilbaş, Rêya Heq kir ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikevin nav çalakiyan.
Federasyona Elewiyên Demokratîk bang li tevahî komên Elewî, Kizilbaş, Rêya Heq kir ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikevin nav çalakiyan.
Di daxuyaniya FEDA’yê de di serî de Ewropa, hate diyarkirin ku tevahî komên baweriyê yên Elewî-Kizilbaş pêwîst e di mijara ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan de berpirsiyariyê bigirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku sekna li dijî sepanînên dermirovahiyê yên li ser Ocalan, wezîfeyek mirovî ye û got; “Her neheqiya li dijî mirov û mirovbûnê li dijî me ye jî.”
FEDA bi bîr xist ku piştî darbeya 15’ê Tîrmehê têkîldarî rewşa Ocalan ti agahî nehatine girtin, banga çalakiyê li tevahî Elewî, Kizilbaşan kir.