Li Stockholm, Helsîngborg û Orebroyê wê Kurd tecrîdê protesto bikin

Li bajarên Stockholm, Helsîngborg û Orebro yên Swêdê, bi armanca protestokirina tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê çalakî bên lidarxistin.

Di nav heftiyê de di serî de Stockholm li gelek jiyangehên Swêdê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan bi çalakiyên cur bi cur hate protestokirin, roja Şemiyê jî wê li bajarên Stockholm, Helsîngborg û Orebroyê ji bo azadiya Ocalan çalakiyên girseyî bên lidarxistin.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Swêdê û Yekîtiya Jina Kurd a Sara bi bîr xistin ku dewleta Tirk di şexsê Ocalan de êrîşên li dijî gelê Kurd zêde kiriye, bang li tevahî Kurdistaniyan kirin ku bi ruhê seferbertiyê tevlî çalakiyên protestoyî bibin.

Çalakiyên protestoyî yên li dijî tecrîda li ser Ocalan, li Stockholmê saet 15.00’an li Parka Hûmlegarden, li Helsîngborgê saet 14.00’an li Qada Storatorget, li Orebro jî saet 13.00’an li Qada Stortorgetê tên lidarxistin.