Li Yewnanîstanê dengê xwe li Tirkiyê kirin: Em ê dinyayê bi ser we de birûxînin!
Li Yewnanîstan, Atînayê ji bo azadiya Ocalan çalakiyek hate lidarxistin, di çalakiyê de dengê xwe li Tirkiyê kirin.
Li Yewnanîstan, Atînayê ji bo azadiya Ocalan çalakiyek hate lidarxistin, di çalakiyê de dengê xwe li Tirkiyê kirin.
Kurdistaniyên ku li Atînayê dijîn, bi banga Meclîsa Gel a Yewnanîstanê, çalakiya xwe ya 3 rojan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komcivînekê bi dawî kirin.
Kurdistaniyên ku ji jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikar in û azadiya wî xwestin, di roja sêyan a nobetê de bang li raya giştî ya Yewnanîstan kirin da ku bihistyar bin.
Li komcivîna ku li meydana Sîntagma pêk hatî, pankarta ‘Ji Ocalan re azadî’’ hate daliqandin, her wiha alayên PKK’ê û YPG’ê jî hatin hilgirtin.
‘HEYA KU RÊBERTIYA ME AZAD BIBE’
Di mîtîngê de li ser navê Meclîsa Gel axaftinek hate kirin. Di axaftinê de hate gotin, ‘’Heya ku Rêbertiya me azad bibe em ê li gorepanan, kuçe û kolan û rê û çiyan bin. Divê dewleta Tirk bi agir nelîze, naxwe em ê dinyayê bi ser serê wan de hilweşînin.’’
Di çalakiyê de belavokên bi Îngilizî û Yewnanî hatin belavkirin, agahî ji bo Yewnanî û turîstan hate dayin.