‘Ciwanên Kurd heta encamgirtinê wê li qadên Ewropayê bin’

Li dijî tecrîda şidandî ya li ser Ocalan, Ciwanên Azad li Ewropayê dest bi rêzeçalakiyan kir. Ji Ciwanên Azad Amed û Çapaxçûr gotin, “Rêbertî ji bo me xeta sor e, bedelê wê çi dibe bila bibe, heta encamgirtinê em ê çalakiyên xwe bidomînin.”

Li dijî tecrîda şidandî ya li ser Ocalan, Ciwanên Azad li Ewropayê dest bi rêzeçalakiyan kir. Endamên Koordînasyona Ciwanên Azad Ronahî Amed û Şervan Çapaxçûr gotin, “Rêbertî ji bo me xeta sor e. Ji ber vê jî bedelê wê çi dibe bila bibe, heta encamgirtinê em ê çalakiyên xwe bidomînin.”

Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyên protestoyî yên Kurdan didome. Ev çalakî li Ewropayê jî berbelav dibin. Endamên Koordînasyona Ciwanên Azad Ronahî Amed û Şervan Çapaxçûr ên di navenda van çalakiyan de ne, destnîşan kirin ku Ocalan xeta wan a sor e û sedema wan a jiyanê ye, ragihandin ku wê her derê veguherînin qada çalakiyê.

Amed û Çapaxçûr diyar kirin ku wê çalakiyên li Ewropayê heta encamgirtinê bidomînin, wiha dom kir: “Em ê çalakiyên mina berê li dar nexin. Em ê çalakiyên xwe bi radîkalîzmek mezin heta encamgirtinê bidomînin. Navendên faşîst û saziyên AKP’ê hedefên me ne.”

Endamên Koordînasyona Ciwanên Azad Ronahî Amed û Şervan Çapaxçûr têkîldarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên ciwanên Kurd ên li Ewropayê pirsên ANF’ê bersivandin.

Ji 5’ê Nîsana 2015’an ve ji Ocalan ti agahî nayên wergirtin. Lê, bi hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê ve fikarên Kurdan zêdetir bûn. Hûn vê sepanîna dewleta Tirk a li ser Ocalan bi çi girêdidin?

Ronahî Amed: Li beramberî daxwazên xwerêveberiyê yên li Kurdistanê, AKP’e û çeteyên Qesrê bi qetlîaman nêz bûn. Polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêbertiya me jî parçeyek ji vê qetlîamê ye. Niha AKP’ê li dijî gelê Kurd dest bi şerekî giştî kiriye. Vê jî di şexsê Rêbertiya me de dimeşîne. Wek ciwanên Kurd, bi kongreya dawî ev rewş hate nirxandin. Li vir biryara pêngava tolhildanê derket. Em wek ciwanên Kurd, em ê piştî 15’ê Tîrmehê li dijî van sepanînên li hember Rêbertiya xwe têkoşînê esas wergirin. Lewre jî em ê bibin bersiva vê. Ji ber ku ciwan fedaiyên Rêbertiyê ne.

Wateya Ocalan ji bo ciwanên Kurd çi ye?

Şervan Çapaxçur: Tecrîd û esareta 17 salan, ne li dijî şexs an jî kesekî ye. Serok Apo ji bo gelê Kurd, Rojhilata Navîn û mirovahiyê sembolek e. Dema mijar bû Rêbertî, ev nuqteyek bênîqaş e. Ji ber ku azadiya Rêbertiya me di navenda têkoşîna me de ye. Em di şexsê Rêbertiya xwe de azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn dibînin. Îro fikrên wî li Rojhilata Navîn dibe derketinek ji krîz û kaosan. Jib o ciwan û gelê Kurd realîteyek wisa heye. Ji bo mirovahiyê mîsyonek xwe yê pêşengtiyê heye. Ev nefes bi awayekî hovane nikare 17 salan esîr bê girtin. Wek ciwanên Kurd têkîldarî jiyana Rêbertiya me fikarên me hene. 25 roj di ser 15’ê Tîrmehê re bihurî. Dijmin bi hovî nêz dibe. Lewre me jî dest ji nîqaşê berda, heta encam û agahiyek zelal, pêwîst e ciwanên Kurd ne bijî, ne bisekinin, ne jî bi awayekî asayî tevbigerin. Hilmgirtina me jî dive li gor rewşa Rêbertiya me be.

We behsa ‘Pêngava Tolhildanê” kir. Hûn dikarin hinekî vekin? Ji bo pêvajoya nû wê rêbazê têkoşîna ciwanên Kurd çawa be?

Ronahî Amed: AKP’ê li beramberî daxwaza xwerêveberiyê ya Kurdan bi qetlîamek mezin bersiv da. Di şexsê Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Geverê de xwest tevahî Kurdistanê ji nexşeyê rake. Û tecrîda li ser Rêbertiya me jî parçeyek ji vê ye. Li dijî van tevahiyan, ji bilî tolhildanê ti rêyên din ji bo ciwanên Kurd nemaye. Çi bedel pêwîst be em amade ne ku bidin. Ti kes nikare me xweş nebîne. Çi li Ewropa çi li Kurdistan û Tirkiyeyê, her cure çalakî rewa ne. Wê tola ciwanên ku di jêrzemînan de hatin şewitandin bê hilanîn. Faşîzm ne tenê li Kurdistan, Tirkiye an jî Girava Îmraliyê ye. Li Ewropayê jî pêk tê. Hem jî ya herî xeter e. Divê ti kes li beramberî vê bêdeng nemîne. Pêwîst e bêrêziyek herî biçûk a li beramberî Rêbertiya me jî neyê qebûlkirin. Dema yek zimandirêjiyê bike bersiva xwe bistîne.

Welatên Ewropî di vê mijarê de bêdengiyek kûr dijîn. Hûn vê bi çi ve girêdidin?

Şervan Çapxçur: Welatên Ewropa ji rewşa Kurdistanê ne qut in. Di navendê de ne. Li Cizîr, Nisêbîn û Sûrê qetlîam çêbû, heyetekê jî neçû negot hela bê çi qewimiye. Mehek e saziyên Kurdan, gel li kolanan qîr dikin. CPT’ê daxuyaniyek jî neda. Ji ber wê jî dive ciwanên Kurd nekevin xeletiyek wisa ku ma Ewropa çi têkîliyên xwe bi şerê li Kurdistanê û tecrîda li ser Rêbertiyê heye. Ji ber ku Ewropa bi bêdengiya xwe ve, bi têkîliyên xwe yên Tirkiyeyê ve pêşengiya vî şerî dike. Serê wê jî Elmanya dikşîne. Îro gelek siyasetmedarên Kurd li Elmanya hatine girtin. Ev nîşaneya wê ya şênber e. Lewre jî pêngava me ya tolhildanê tenê bi Kurdistanê re ne sînordar e. Divê ciwanên Kurd her cihî bikin qada çalakiyê. Dema mijar dibe Rêbertî her cure çalakî rewa ne. Ciwanên Kurd ên li Ewropayê divê xwe nedin benda talîmatan, planan, derhal bikevin tevgerê. Divê neyê jibîrkirin, yê Rêbertî radestî Tirkiyeyê kir, welatên Ewropî bûn.

Gelê Kurd, 17 sal in tecrîda li ser Ocalan protesto dike. Heta niha jî ciwan bûn pêşengên van xwepêşendanan. Lê, li gor we piştî 5’ê Nîsana 2015’an performansa ciwanên Kurd ên li Ewropayê têrker e?

Ronahî Amed: Di demên dawî de ciwan ketine bêdengiyekê. Ji mile rêxistinbûyinê ve hewldanek çêbû. Bê hincet em rexneyên di vê mijarê de li xwe digirin. Çalakiyên ku em van rojan li dar bixin jî wê bibe pratîka vê. Ciwan wê ji vê rewşa pasîf re bêjin rawest. Bersiva pêwîst ya li beramberî tecrîda li ser Rêbertiyê wê bidin. Di serî de ciwan, dive gelê me ji vê bêdengiya mirinê şiyar bin. Pêwîst e her qadê bikin qada çalakiyê. Bi taybet jî dive jinên ciwan di vê pêvajoyê de rolek girîng bilîzin. Çawa di berxwedana xwerêveberiyê de jinên ciwan pêşengtî kirin, dive ji bo şikandina van sepanînên li ser Rêbertiya me jî di refên herî pêş ên têkoşînê de cih bigirin. Pêwîst e bi têgihiştina azadiyê ya ku Rêbertiya me daye me, em li qadan pêşengiyek çalak bikin.

Belê, hûn ê çi bikin?

Şervan Çapaxçur: Heta hin saziyên li Ewropayê nekevin tevgerê em ê nesekinin. Ev sazî wê bikaribin biçin Girava Îmraliyê û agahiyan wergirin. Rewş û astek xwe hene. Em bi awayekî şênber vê dixwazin; wê biçin Îmraliyê, agahiyê ji Serokê me bîne. Nuqteya me ya dawî ev e. CPT, çend rojên din dikare vê bibêje; ‘pirsgirêkek Rêbertiya we nîne.’ Çendan caran jî ev gotin. Lê, di praktîkî de ti tişt nebû. Ji vê saetê û şûn de em ê daxuyaniyên heman ên Ewropa, Tirkiye û CPT’ê nas nekin. Em bêjin ji cîdîbûnê dûr in. Em ji xeta çalakiyên klasîk dûr dikevin, ji xeta meş, mîtîngan derdikevin. Em ê neçin çend saetan li cihekî nesekinin. Pêwîst bibe em ê bedelên mezin bidin, lê em ê vê rewşê serarast bikin. Wê çalakiyên berê jî hebin, lê encamgirtin wê ji bo me esas be. Berê me çalakî li dar dixist, heta çend saetan bêyî encamgirtinê me bi dawî dikir. Ji niha û şûn de heta encamgirtinê em ê bidomînin.

We got ‘her cure çalakî rewa ye.’ Li vir mebesta we çi ye?

Şervan Çapaxçur: Li Ewropayê çalakiyên şîdetê nabin. Wê di çarçoveya qanûnan de bin. Zêdetir ji bo agahdarkirina raya giştî û yekser li ser saziyên kîlît wê bên lidarxistin. Ev jî wê bi temamî çalakiyên bêîtîatiya sivîl in. Israra ji bo em karibin gavê bi van saziyan bidin avêtin, nayê wateya çalakiyên tijî tundî. Ev pirsgirêka me ye. Wê çalakiyên me li ser xetek demokratîk be. Lê, esas jî wê encamgirtin be. Mebesta me ya radîkalbûyinê jî encamgirtin e. Lê divê em vê jî bibêjin, AKP û navendên faşîst ên li Ewropayê hedefên me ne. Divê her kes vê wisa bizanibe.