Li Hannoverê ji bo Ocalan çalakî

Çalakiyên protestoyî yên li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin.

Kurdistaniyên li bajarê Hannover ê Elmanyayê ji bo balkişandina ser tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li avahiyên Neûe Press û televîzyona NRD’ê çalakiya bêîtîatiya sivîl lidar xistin.

Her du kom jî hemwext ketin avahiyan, bi rayedarên çapemeniyê re hevdîtin kirin û dosya pêşkêş kirin. Erkdarên ewlehiyên yên Neûe Pressê hewl dan bang li polîsan bikin, lê ji hêla rayedarên televîzyonê hatin astengkirin, têkîldarî mijarê jî daxwaza hevpeyvînekê hate ziman.

 

...