Rojnamevanan, êşkenceya ku lê hatin kirin vegotin

Rojnamevanên ku piştî biryara girtina Ozgur Gundem a ku di 16’ê Tebaxê de û di serdegirtinê de hatin binçavkirin û li dozgeriyê îfade dan, êşkenceya ku lê hatin kirin vegotin.

Rojnamevanê ku di serdegirtina polîsan a Rojnameya Ozgur Gundem a ku di 16’ê Tebaxê de bi biyara dadgehê hate girtin, li dozgeriyê dest bi îfade dayînê kirin. Rojnamevanan di îfadeyên xwe de diyar kirin ku polîsan êşkence li wan kirine û giliyê polîsan kirin.

‘BI QONDAXA ÇEKÊ HATIM DERBKIRIN’

Rojnamevan Sînan Balik, di îfadeya xwe ya li dozgeriyê wiha got: “Polîsên ku di destê wan de çek hebûn bi hewarî ketin hindirê avahiyê. Me li hember polîsan ne bi gotinî û ne jî bi fîzîkî tiştek negotin û nekirin. Em 22-23 kes bûn. Destê me li pişt ve kelepçe kirin û em derb kirin. Di dema ku em li otobusê siwar dikirin polîsekî bi dest hewlda ku lensa li ser çavên min derxîne. Bi qontaxa çekê hatim derbkirin. Ez giliyê polîsan dikim.”

‘BI 36 SAETAN HEQARET LI ME KIRIN Û HATIM DERBKIRIN’

Ji rojmamevana Ender Ondeş jî wiha anî ziman: “Ji ber ku peyamekî fermi nebû me jî karê xwe dewam dikir. Polîs bi çekên keleş ketin hindirê avahiya rojnameyê. Bê ku hincetek ya jî sedemk diyar bikin em binçavkirin. Dema ku ji qata dûyemîn dihatin jêr li min xistin, ez ketim erdê. Heta ku birin nezaretê 36 saetan heqaret li min kirin û hatim derbkirin. Ez giliyê wan dikim.”