Li Skoçya, Swîsre û Fransayê azadiya Ocalan hate xwestin
Kurdên li Ewropayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên xwe didomînin. Di çalakiyan de ku li Skoçya, Swîsre û Fransayê hatin lidarxistin, dewleta Tirk hate protestokirin, hate xwestin ku tecrîd derhal bê rakirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
pêncşem, 18 gelawêjê 2016, 18:23
EDINBURGH
Li paytexta Skoçya Edinburghê çalakiya “Ji Ocalan Re Azadî” ya ji hêla Meclîsa Gelê Kurd hate destpêkirin, di hefteya xwe ya sêyemîn de dewam dike. Kurdistaniyên ku bi taybet jî piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê ji jiyana Ocalan bi fikar in, her roj saet 13.00-15.00’an stantê datînin. Kurd û dostên wan, li Princes Street ku herêma herî qelebalix a bajêr e, tên gel hev, gel agahdar dikin. Di çalakiyê de ku her roj bi sedan broşur tên belavkirin, têkîldarî êrîşên qirker ên dewleta Tirk agahî tên dayîn.
Bi boneya Festîvala Edînbûrghê jî her roj bi sedan kes serdana standê dikin.
Endamên Meclîsa Gelê Kurd jî diyar kirin ku heta agahiyê ji Ocalan bigirin wê çalakiya xwe bidomînin, girtina rojnameya Ozgur Gundemê û binçavkirina xebatkarên wê jî şermezar kirin.
BERN
Li bajarê Bern ê Swîsreyê li qada Bahnhofplatzê ji bo azadiya Ocalan çalakiya rûniştinê hatiye destpêkirin. Di çalakiyê de ku ji hêla Tevgera Jinên Kurd û DEM-KURD’ê hate organîzekirin, bang li Swîsre û Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku, li beramberî sepanînên faşîst ên dewleta Tirk bêdeng nemînin.
NORMANDÎA
Li bajarê Normandîa yê Fransayê jî endamên Navenda Civaka Kurd a Demokiratîk li gara Saînt-Lazere ku yek ji garên herî mezin a paytext Parîsê ye, ji bo balkişandina tecrîda li ser Ocalan çalakiya dagirkirinê li dar xistin.
Di çalakiyê de pankarta “Tirkiye xeta me ya sor bihurand” hate vekirin, dirûşmeyên “Ji Ocalan Re Azadî” hatin berzkirin.