HDP: Divê ji Destûra 1921’ê sûd bê wergirtin
Wekîlên HDP’ê têkildarî xebatên destûra bingehîn daxuyaniyek dan. Di civîna Meclîsê de tevlîbûna berfireh û destûra demokratîk hate destnîşankirin.
Wekîlên HDP’ê têkildarî xebatên destûra bingehîn daxuyaniyek dan. Di civîna Meclîsê de tevlîbûna berfireh û destûra demokratîk hate destnîşankirin.
Endamên Komîsyona Destûra Binegehîn ên HDP’ê Wekîlê Mêrdînê Mîthat Sancar, ya Edene Meral Daniş Beştaş, yê Stenbolê Garo Paylan û yê Qersê û her wiha Berdevkê Partiyê jî Ayhan Bîlgen têkildarî xebatên Destûra Bingehîn ên li Meclîsê û mijarên rojane daxuyanî dan.
SANCAR: DESTÛRA BINGEHÎN BI TEVLÎBÛNA BERFIREH A DEMOKRATÎK DIBE
Sancar diyar kir, piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê AKP,CHP,MHP ji bo guherandina destûrê dest bi xebatan kirine û got, tenê bi tevlîbûna berfireh destûr dikare demokratîk bibe û bibe xweyî zemîneke xurt a rewa.
Sancar diyar kir, wan weke HDP’ê stratejiyek amade kirine, metneke ku ji hin rêgezên sereke ku di çêkirina destûrê de divê esas werin standin amade kirine û piştî xebatên dawî ji hêla hevserokê wan ve wê bi raya giştî re were parvekirin û got, ‘’Ne pêkan e rastiya Tirkiyê ya bi şer û pevçûn û dufelq bûyî were înkarkirin. Di civakên wiha de çêkirina destûra bingehîn zehmet e.’’
Sancar got destûreke mayinde beriya her tiştî divê li ser zemîne berfireh were rûniştandin û wiha pê de çû: ‘’Divê em mekanîzmayeke siyasî ku hemû aliyan vedihewîne nav xwe amade bikin. Lihevkirin û lihevhatin tenê ku her aliyek hinekî xwe nerm bike, hin daxwazên xwe di çav re derbas bike û dev ji hinan berde, pêk tê. Divê destûra bingehîn dînamîk be, ji tevlîbûnê re vekirî be û zelal be.’’
‘DESTÛREKE KU JI ÇARESERÎ Û AŞTIYÊ RE ÇAV ŞIKANDIYE’
Sancar diyar kir, destûreke demokratîk encex di atmoseferek demokratîk de dikare pêk were û got, ‘’Di atmosfereke demokratîk de, bi tevlîbûneke zêde, bi mûzakereyan dema ku destûr were amadekirin bêhtir dibine xweyî xisletekî azadîxwaz û aştîxwaz. Nêzîkatiyeke taloke ye ku mirov destûrê tenê ji bo demeke diyar û bi mebesta heq ji kêşeyên konjonkturel derkeve amade bike. Destûreke mayinde tenê ku aştiyê ji xwe re bike armanc pêkan e. Em Destûra aştî û çareseriyê pêşniyaz dikin. Desûtereke demokratîk, piranîxwaz, çareserî û aştî ji xwe re kirî armanc…Parolaya me ev e.’’
Sancar pêşniyaz kir ku di pêvajoya çêkirina Destûrê de bila ji Destûra 1921’ê sûdê bigirin. Diyar kir, Destûra 1921’ê di pêvajoyeke wiha de ku li serweriya gel digunciya, serweriya gel û demokrasiya xwecih anîne cem hev û bi vî awayî pêk hatiye.
BEŞTAŞ: EV NE LI GORÎ GIYANÊ DESTÛRÊ YE
Wekîla HDP’ê ya Edene Beştaş jîg ot xebatên çêkirina Destûrê yên AKP,CHP,MHP’ê ne fermî ne, ew bi rêya çapemeniyê hay ji van xebatan bûne û diyar kir, ‘’Xebat bêyî ku HDP hebe, bêyî ku partiyeke ku koma wê di Meclîsê heyî tevlî bibe didome. Daxwaza me ya destûreke azadîxwaz, wekhev, piranîxwaz ku beşên cihê yên civakê di xwe de vedihewîne,wek her carê dîsa li cihê xwe radiweste. Em xebatên xwe didomînin. Ne li gorî giyanê Destûrê û pêvajoya çêkirina destûrê ye ku sê partî li pişt deriyê girtî, çi diaxivîn û par ve nakin.’’
Beştaş diyar kir, ti rewatiya hevdîtinên destûrê yên ku HDP’ê veder dikin nîn e û got, xebatên destûrê yên sê pariyan di civakê de wê bersiva xwe nebîne.’’
BÎLGEN: DAXWAZA CIVAKÎ DIVÊ BÊ DÎTIN
Wekîlê HDP’ê yê Qersê Bîlgen jî diyar kir, betalkirina verastina bi mebesta derxistina ji statûya bajêr ya Colemêrg û Şirnexê û vekişandina xalên têkildarî tayinkirina qeyûman a bi ser şaredariyan de erênî ye û got, ‘’Peywira meclîsê ew e ku li gorî daxwaza civakî, vîna civakê yasayan çêbike. Em dizanin ku vîna têkildarî derxistina ji statûya bajarbûna ya Colemerg û Şirnexê ya kê ye. Lê em dizanin ku ev vîna wî gelî ye ku li wan bajaran dijî.’’
Tekildarî gotinên Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Numar Kurtulmuş ên debarê polîtîkayên wan ên têkildarî Sûrî jî Bîlgen got, berdewamkirina kaosê ya li Sûrî di serî de Tirkiye ji bo hemû welatên cîran xweyî rîskên mezin e.