Twîtterê 360 hezar hesab girt
Twîtterê ragihand, di çarçoveya 'têkoşîna li dijî terorê' de wan 360 hezar hesab girtine. Lê ev şîrket, tevî propaganda olî ya tund, her wiha hesabên mûxalîfên li gelek welatan jî digire.
Twîtterê ragihand, di çarçoveya 'têkoşîna li dijî terorê' de wan 360 hezar hesab girtine. Lê ev şîrket, tevî propaganda olî ya tund, her wiha hesabên mûxalîfên li gelek welatan jî digire.
Ji sala 2014'an dema zêdebûna tevlîbûna li nava çeteyên tund ên mîna DAIŞ'ê û vir ve, tê îdîakirin ku li dijî propaganda bi rêya tora medya civakî tên kirin, tedbîr hatine zêdekirin.
Şîrketa Twîtter a DYA daxuyaniyek da û ragihand, di sala 2015'an de 235 hezar hesabên hatine tespîtkirin ku 'pesnê çalakiyên terorê didin', yan jî propaganda çalakiyên şîdetê dikin hatine blokekirin. Di daxuyaniya şîrketê de hat gotin, ji Tîrmeha 2015'an û vir ve hesabên 360 hezar kesî ji ber heman sedeman hatine girtin.
Di daxuyaniyê de hat îdîakirin, ku bi blokekirina van hesaban re 'di têkoşîna li dijî propaganda terorê de encamên girîng bi dest ketine'.
Li gorî daxuyaniya Twîtterê, rêjeya hesabên hatine girtin, li gorî par ji sedî 80 zêde bûne.
Lê di daxuyaniyê de nayê eşkerekirin bê hesabên propaganda kîjan rêxistin an jî komê dike hatine girtin.