Çîroka berxwedaneke serî natewîne: Ozgur Gundem

Ozgur Gundem çîrokeke berxwedanê ye, ku di nava dîroka tarî ya 93 salan de bi ti awayî tawîz ji rastiyan neda, serî li ber serdestan netewand û 26 salan gihaşt ber destê xwendevanên xwe.

Ozgur Gundem, ku bi manşeta "Serdestî bê şert û merc ya DGM'yan e" dest bi weşana xwe kir û silav da berxwedêran, îro bi manşeta "Em ê serî netewînin" bûye tirsa dilê serdestan.

KEVNEŞOPIYEK BI OZGUR ULKEYÊ DESTPÊ KIR

Di dîroka çapemeniya Kurd de, rojnameya "Ozgur Ulke" xwedî cihekî girîng e ku di sala 1990'î de weke rojnameyeke heftane dest bi weşanê kir. Piştî girtina vê rojnameyê, Ozgur Gundemê di 30'ê Gulana 1992'an de bi manşeta "Serdestî bê şert û merc a DGM'yan e" dest bi weşanê kir û bi rengekî rojane gihaşt ber destê xwendevanên xwe. Ozgur Gundem, ji ber ku li welatekî xwedî dîrokeke tarî ya 93 salan weşan dikir, gelek zor û zehmetî dît. Tevî vê yekê jî, rastiyên mîna têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ku roj bi roj mezin dibû, timî gihand xwendevanan û ji vê yekê jî ti carî venegeriya.

Ozgur Gundem bi feraseta xwe ya weşankariya 'Rastî wê di nava tarîtiyê de nemîne' weşana xwe kir, bû tirsa dilê serdestan. Ev 26 sal in, hem li hemberî feraseta dewletê ya ku mirinê ji Kurdan re rewa dibîne derket, hem jî berxwedana gelan a li dijî serdestan, ji xwendevanên xwe re ragihand.

Di nava 26 salan de her tim bû hedefa dewletê û desthilatdaran. Îro jî bû hedefa Serokkomar Erdogan, ku zîhniyeta tekparêz temsîl dike. Ozgur Gundem careke din hat girtin û xebatkarên wê hatin binçavkirin. Bi vî rengî dixwazin dengê gelê Kurd û berxwedêran bê birîn.

Ozgur Gundemê di nava 26 salan de, ji bo karibe weşanê bike berdêlên gelekî giran da.

DI NAVA 2 SALAN DE 76 XEBATKAR HATIN QETILKIRIN

Ozgur Gundem, hê di hefteya destpêkê ya weşana xwe de bû hedef. Di nava 2 salan de 76 xebatkarên Ozgur Gundemê ji aliyê JÎTEM'ê û Hîzbûl-Kontra ya bi dewletê re dixebitin, hatin qetilkriin. Mîna Hafiz Akdemîr, Ferhat Tepe, Nazim Baboglû bi dehan nûçegihanên xwe li naverastê hatin qetilkirin û zexteke giran li xebatkar û xwendevanên rojnameyê hat kirin.

Bi dehan caran biryara girtina rojnameyê hat dayîn. Li gelek nûçegihan û edîtorên wê jî bi sedan salan cezayê ragirtina li girtîgehê hat birîn. Rojname di 17'ê Nîsana 1994'an de hat girtin.

YENÎDEN OZGUR ULKE

Tevî ku di 14'ê Nîsana 1994'an de hat girtin jî, rojname di 28'ê Nîsana heman salê de vê carê bi navê "Ozgur Ulke" weşana xwe dewam kir. 3 buroyên rojnameya Ozgur Ulkeyê, ku ji belgeyên piştre derketin holê hat fêmkirin, bi fermana Serokwezîra wê demê Tansû Çîller ve di 4'ê Kanûna 1994'an de hat bombekirin. Di encama vê bombekirinê de Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da, bi dehan xebatkarên rojnameyê birîndar bûn.

KEVNEŞOPIYA BERXWEDANÊ BI NAVÊN CUDA DEWAM KIR

Piştî ku Ozgur Ulke di pratîkê de hat girtin, berxwedêrên vê kevneşopiyê vê carê di 13'ê Nîsana 1995'an de bi navê "Yenî Polîtîka" xwe gihandin xwendevanan. Hê hejmara destpêkê ya vê rojnameyê hat ssansurkirin. Û di 16'ê Tebaxa 1995'an de bi hinceta ku dewama Ozgur Ulkeyê ye hat girtin.

Di 12'ê Kanûna 1996'an de kevneşopiya Ozgur Gundemê bi rojnameya "Demokasî" ya rojane dewam kir. Nav hatibe guhertin jî hêzên serdest ên mejiyê wan yek bûn, rojnameya Demokrasî hedef girtin û di 3'ê Gulana 1997'an de girtin.

Piştre di 7'ê Tîrmeha 1997'an de "Ulkede Gundem"ê dest bi weşanê kir. Di nava dema weşana xwe de zextên giran lê hat kirin. Li dehan nûçegihan û belavkarên wê gefa mirinê hat xwarin, îşkence li wan hat kirin.

Li herêmên Rewşa Awarte hat qedexekirin ku rojname lê bê belavkirin. Li hemberî vê rojnameyê bi sedan doz hatin vekirin, gelek kes hat sansurkirin. Rojnameya Ulkede Gundem di 23'ê Cotmeha 1998'an de hat girtin.

Piştî navbera 6 mehan, di 18'ê Nîsana 1999'an de rojnameya Ozgur Bakişê dest bi weşanê kir. Ev rojname ji hejmara xwe ya weşandinê bêhtir, ceza xwar.

Piştî rojnameya Ozgur Bakişê, kevneşopiya Ozgur Gundemê tevî girtin û sansurê jî bi navên cuda bi rojnameyên heftane û rojane dewam kir.

PIŞTÎ 17 SALAN OZGUR GUNDEM GUHÎŞT BER DESTÊ XWENDEVANAN

Piştî 17 salan di 4'ê Nîsana 2011'an de Ozgur Gundem bi dirûşma "Rastî wê di nava tarîtiyê de nemîne" ji nû ve gihîşt ber destê xwendevanan. Zextên li rojnameyê di vê demê de jî dewam kirin. Di Adara 2012'an de cezayê rawestandina mehekê ya weşanê li rojnameyê hat birîn.

Di 20'ê Kanûna 2011'an de, di operasyona bi navê "KCK Çapemenî" de, xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê jî li hemberî çapemeniya azad operasyoneke mezin hat kirin, bi qasî 50 rojnamevan hatin binçavkirin. Di sala 2014'an de rojnamevan hatibin berdan jî darizandina wan hê dewam dike.

OZGUR GUNDEM CAREKE DIN BÛ HEDEF

Piştî ku Serokkomarê Tirk Erdogan hevdîtinên aştiyê yên navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewletê qedand, welat ket nava şer. Bi ji nû ve destpêkirina şer re zextên li rojnameya Ozgur Gundemê jî ketin rojevê. Di sala 2016'an de li Hevberpirsyara Weşana Giştî Eren Keskîn û Midûra Karên Nivîsê ya berê Reyhan Çapan 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.

Di nava vê demê de bi dehan doz li rojnameyê hatin vekirin û di 3'ê Gulana 2016'an de kampanya Rêveberiya Weşana Giştî ya Nobedar hat destpêkirin.

Her rojnamevana/ê ji bo destekkirina Ozgur Gundemê tevlî vê kampanyayê bûn, yekser doz li wan hat vekirin.

Di 16'ê Tebaxê de rojnameya Ozgur Gundemê bi sûcdariya propaganda rêxistinê kiriye hat girtin. Piştre bi rengekî nehiqûqî polîsan avêtin ser buroya navendî ya rojnameyê ya li Stenbolê, buro ji hev xistin û 25 rojnamevan bi îşkenceyê binçav kirin.

Li hemberî ewçend zor û zehmetiyan, Ozgur Gundem weke ku 26 salên kevneşopiya xwe kurteber bike bi manşeta "Em ê serî netewînin" gihîşt ber destê xwendevanan.

Ji rojnamevanên hatin binçavkirin 23 ji wan duh piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan, 3 jî hê di binê çavan de ne.