Li Rihayê bi dehan kes hatin binçavkirin, li Enqereyê 4 kes hatin girtin
Li Riha û Enqereyê herî kêm 29 kes hatin binçavkirin û 4 kes jî hatin girtin.
Li Riha û Enqereyê herî kêm 29 kes hatin binçavkirin û 4 kes jî hatin girtin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP/Qesrê tên meşandin dewam dikin. Li navenda Rihayê û navçeyên wê, polîsan danê vê sibehê avêtin ser malan. Di serdegirtinan de herî kêm 29 kes hatin binçavkirin, ku di nav de rêveberên DBP û HDP'ê û endamên Meclîsa DBP'ê jî hene. Kesên li navenda Riha û navçeyên Curnê Reş û Pirsûsê hatin binçavkirin ev in:
"Mahmût Polat, Abdulkadîr Înanç, Zozan Kiliç, Huseyîn Tangan, Îbrahîm Kûrt, Ahmet Îstek, Celal Babacan, Hevserokên DBP'ê yên berê Mehmet Alî Sutpark û Emel Tuysuz, Fevzî Salîm, Rêveberê DBP'ê yê Pirsûsê Hamît Balî, xebatkarê Şaredariya Pirsûsê Serkan Balî, Îsmaîl Şahîn, Îbrahîm Yildizer."
Di serdegirtinên li navçeya Girê Sor (Sêwereg) de, Rêveberê HDP'ê yê Navçeyê Saît Korkmaz, endamên Meclîsa Şaredariyê yên DBP'yî Alî Solak, Akil Gulbeden û Salîh Korkmaz, Ramazan Kizoglû, Sefer Kengîş û Mûzaffer Akçali hatin binçavkirin.
Li navçeya Wêranşarê jî Îbrahîm Ozturk, Nezîr Ozgezer, Şeyhmûs Înan, Selîm Vûral û Munîr Ozgezer hatin binçavkirin.
Li Bêrecûkê jî polîsan avêtin ser mala Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Yûsûf Yeşîltepe. Di dema serdegirtinê de Yeşîltepe ne li malê bû.
Wekî din li Serêkaniyê, endamê berê yê Meclîsa Şaredariyê Cuneyt Tûrgay û Kayş Işik û Barî Mamûhatin binçavkirin.
Tê gotin, dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.
ENQERE
Ji 9 kesên sibeha 15'ê Tebaxê bi îdîaya ku wê li 'Tûzlûçayir a Mamakê çalakiyê lidar bixin' û 'endamên rêxistinê ne' li Enqereyê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, 4 ji wan hatin girtin. Navên yên hatine binçavkirin bi vî rengî ne: "Bariş Arli, Şafak Gul, Ozgur Heval Kç û Mehmet Nûrî Aslankan."